Dewleta Tirk çawa Bexda xelat kir û Herêma Kurdistanê ceza kir?

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê dewleta Tirk a dagirker bi pêşkêşkirina rêya bazirganiyê ya bi Iraqê re Bexda xelat kir û Herêma Kurdistanê ceza kir. Di vê navberê de tika û daxwaza Barzaniyan a ji ceza xilasbûnê bê encam ma.

Di 22’ê Nîsanê de Serokkomarê faşîst ê Tirkiyeyê Receb Tayîb Erdogan serdana Iraq û Herêma Kurdistanê kir û 26 lihevkirinên di warên cuda de li gel hikûmeta Iraqê îmza kir ku ti yek ji wan jî têkiliya xwe bi Herêma Kurdistanê re nebû û ti sudek di berjewendiya xelkê Herêmê de nîne. Mirov dikare bêje tenê di berjewendiya Tirkiyeyê de û piştre ya Iraqê deye.

Rêya geşepêdanê ji du xetên hesinî û veguhestina bejayî pêk tê ku ji bendera Faw a Besrayê dest pê dike û 1200 kîlometran di rêya Herêma Kurdistanê re digihije Tirkiyê. Rê dê ji bo veguhestina mal, tûrîzm û sektorên din bê bikaranîn û li gorî peymanê divê heta sala 2050 biqede.

Lêçûna projeyê zêdetirî 17 milyar dolare ku zêdetirî 10 milyar dolar wê ji bo şemendefira pêşketî ya bi elektrîk were dayîn û 6 milyar û 500 miyon dolar jî wê ji bo çêkirina rêya hesin were dayîn.

Ev rêya bazirganiyê wê bazirganiya dergehê Îbrahîm Xelîl bi temamî têk bibe ku yek ji navendên çavkaniya aboriya Herêmê û çavkaniya sereke ya darayî ya malbata Barzanî û PDK’ê ye.

Salane bi milyaran dahat ji deriyê Îbrahîm Xelîl tê bidestxistin, lê heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê, Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Buroya Çavdêriya Darayî, Komîsyona Dijî Gendeliyê û her aliyekî din yê ku di nava hikûmeta Herêma Kurdistanê de cih digire, tam nizanin ka çiqas dahata ev deriye heye. Lê her kes dizane ku ev derî dahateke xeyalî heye û pir hindik vedigere xezîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê, ya mayî jî ji bo malbata Barzanî ye.

Deriyê Îbrahîm Xelîl dikeve sînorê Zaxo û Bakurê Kurdistanê. Bazara herî zêde ya Tirkiye li gel Iraq û Herêmê dike, di vî deriye re tê kirin. Ji bo wê ger rêya geşedanê were temamkirin, wê ziyanek mezin bigihije bazara deriyê Îbrahîm Xelîl û tevgera bazirganiyê ya li vir wê ji sedan 80’ê kêm bibe.

Li gorî hinek pisporên aboriyê yên Iraqê, bi vê rêya geşedanê dewleta Tirk êdî pêwîstî bi deriyê Îbrahîm Xelîl û deriyên din ên sînor yên Herêmê yên li gel Tirkiyeyê namîne, bi temambûna projeya bendera faw êdî wê bibe navenda belavkirina kelûpelên Tirkiyeyê li ser tevahiya Iraqê û Herêmê jî.

Berovajî vê yekê dewleta Tirk a dagirker ne tenê bi vê rêya geşedanê zirar daye PDK’ê. Di vê serdanê de Serokkomarê Tirk bi fermî daxwaza vekirina deriyekî din ê sînorî li gel welatê xwe kir ku ew jî dikeve parêzgeha Musilê û tenê çend km ji deriyê Îbrahîm Xelîl dûre. Ji bo vê jî dewleta Tirk û Iraq lihevkirine ku deriyek din ê sînor yê nû vekin.

Bi vêyekê ziyanek din a mezin dewleta Tirk dide PDK’ê û piştre jî Herêma Kurdistanê. Ji bo wê dewleta Tirk bi vê projeyê çavsaxî û nokeriya PDK’ê xelat kir.

Piraniya çavkaniyên darayî û bazirganiya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk û welatên din bi rêya deriyê Îbrahîm Xelîl bû, lê bi vê projeya dewleta Tirk ziyanek mezin bi xezîneyek ya malbata Barzanî dê bikeve.

Malbata Barzanî ji tirsa ziyanên mezin ên aborî, hewl da ku Erdogan di serdana xwe ya Iraqê de serdana Hewlêrê bike û dilgiraniyên xwe ji Erdogan re ragihîne. Her wiha jê bixwaze ku alternatîfek ji bo rêya geşedanê ya Iraqê bibîne.

Di plana Erdogan de nebû ku serdana Hewlêrê bike, lê li ser hewl û daxwaza PDK’ê Erdogan razî bû ku serdana Hewlêrê jî bike da ku ji bo ku fikar û tirsa Barzaniyan ji holê rabike ku rêya geşedanê zirarê nade wan. Lê ji bo vê garantiyê jî tu alternatîv û fikrekî neda wan.

Serdana Hewlêrê zêdetir li ser serdana Barzanîyan bû û li ser siyaseta dewleta dagîrker a li Iraqê hat guftugokirin. Di heman demê de ferman da Barzanîyan ku di komploya xwe ya li Iraqê de di hemû waran de hevkar bin. Bi gotineke din ji bilî ferman û serdanan tiştekî wî ji bo Herêmê û malbata Barzanî nebû.

(fk)