Hisên Kerkûkî: Serdana Erdogan heqaret kirina li gel û dewleta Iraqê ye

NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Dîwana Serokatiya Tevgera Azadî Hisên Kerkûkê li ser serdana Serokkomarê Tirk Erdogan a ji bo Iraqê got: “Serdana Erdogan a ji bo Iraqê heqareteke li gel û dewleta Iraqê. Pêwîste hebûna hêzên Tirk li nav xaka Iraqê wek dagirkerî bê binavkirin û helwestek tûnd ji bo bi dawî anîna dagirkeriyê hebe.”

Endamê Dîwana Serokatiya Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî di derbarê serdana Serokkomarê Tirk Tayib Erdogan a ji bo Iraqê û hebûna hêzên dewleta Tirk ên li nav xaka Herêm û Iraqê ji ajansa me re axivî.

Hisên Kerkûkî di destpêkê de anî ziman ku serdana Erdogan a ji bo Iraqê heqaretkirina li gel û dewleta Iraqê ye û got: “Ji berku hêzên Tirkiye bi dijwarî xaka Herêma Kurdistan û Iraqê bombebaran dikin.”

Kerkûkî di dewamê de da zanîn ku Herêma Kurdistan beşek ji dewleta Iraqê, lê rojane ji aliyê dewleta Tirk ve tê bombebarankirin, baregehên leşkerî li ser xaka wê ava dike û ev jî li gor yasayên navdewletî binpêkirina serweriya welatek dine.

Hisên Kerkûkî got ku pêwîste hemû hêzên siyasî vê serdana Erdogan red bikin û ti lihevkirinek li gel dewleta Tirk de nekin û nekevin di xizmeta wê de.

Di dirêjiya axaftina xwe de Hisên Kerkûkî got: “Divê hikûmet û parlemento li beramberî dagirkeriya ku dewleta Tirk li ser xaka Iraqê dibin behaneyên cûda de dimeşîne qebûl nekin.”

Di dawiyê de jî Endamê Dîwana Serokatiya Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî got ku dewleta Tirk û Erdogan bi eşkereyî daxwaz dikin ku parêzgehên Musil û Helebê vegerînin ser xaka Tirkiyeyê.

(kş)