Li Bexdayê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand ku îro di encama operasyonekê de du çeteyên DAIŞ’ê li Bexdayê hatin girtin.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê di daxuyaniyek de ragihand, di encama operasyona hêzên ewlehiyê ya li devera Letfiye ya dikeve başûrê Bexdayê de du çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin. Hat gotin biryara girtina her du çeteyan li gor madeya 4 a terorê hatibû dayîn.

(kş)