NAVENDA NÛÇEYAN
Sekreterê Rêveber ê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê Hûgh Chetwynd da zanîn ku bala wan li ser tecrîda li Îmraliyê ye, ew ji nêz ve dişopînin û got, hefteya derbasbûyî ew bi parêzerên Abdullah Ocalan re rûniştin.
Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) rapora xwe ya salane li Parlamenta Ewropayê ya li Brukselê eşkere kir.
Di civîna çapemeniyê de nûçegihanê Stêrk TV têkildarî Îmraliyê pirsek pirsî. Li ser vê yekê Sekreterê Giştî yê CPT Hûgh Chetwynd bersiveke şênber neda û gotin avêt ser rayedarên Tirk.
Chetwynd got: “Her gava ku em serdana Tirkiyeyê dikin, li ser van pirsgirêkan em bi rayedarên Tirk re dikevin nava diyalogê. Ev yek diyalogeke taybet (veşartî) e. Mijareke ku komîte bi baldarî li ser disekine ye. Me dixwest rapora xwe ya têkildarî serdana xwe ya sala 2022’an eşkere bikin. Yê ku biryarê bide bê rapor kengî bê weşandin, rayedarên Tirk e. Mijareke ku em ji nêz ve dişopînin. Hefteya derbasbûyî komîteya me bi parêzerên Birêz Ocalan re hevdîtin kir. Mijareke ku bala me li ser e. Dema ku me guncaw dît, serdana me ya têkildarî vê pirsgirêkê wê pêk were.”
Hêjayî gotinêye ku CPT’yê rapora xwe ya têkildarî serdana li Îmraliyê ya sala 2022’an eşkere nekiriye. Her wiha Sibata 2024’an çû Tirkiyeyê, lê serdana Îmraliyê nekiribû. Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî sê sal in agahî nayê wergirtin. Serlêdanên parêzeran û malbatê her hefte têne kirin, lê belê bêbersiv têne hiştin.
Ji bo bidawîkirina tecrîdê û misogerkirina azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîneke bênavber tê meşandin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên dewleta Tirk ji bo ‘Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd’ ji 27’ê Mijdara 2023’an ve di çalakiyê de ne. Xizmên girtiyan jî bi mehan e di çalakiya nobedê de ne.