Xweşiktî û çavkaniyên avê yên gundê Şerwêtê bala geştyaran kişandiye ser xwe

PIŞDER-ROJNEWS

Şerwêt yek ji gundên herî balkêş û qedîm ê herêma Pişderê ye ku her çar demsalên salê mirov dikare serdana wê dikin. Ji ber çavkaniyên avê yên zêde û cihê xwe yê erdnîgarî hejmareke zêde ya geştiyaran dikişîne xwe.

Kêm rojên heftiyê hene ku gundê Şerwêt bê geştyar û ziyaretvan be. Xwezaya wê, çavkaniyên avê û cîhê wê yê erdnîgarî firsendek baş daye wê ku bibe seyrangehek ku pir caran tê ziyaret kirin.

Gundê Şerwêt yek ji gundên Pişderê ye ku bi xwezaya xwe ya bêhempa navdar e, zivistanê bi berfa xwe û havînê jî bi hewaya xwe ya hênik, xwe ji gelek deverên din cuda dike. Niha ev gund bi vejîna kaniyên xwe re rengekî gelek xweş û balkêş daye herêmê û bûye cihê geştiyariyê.

Şerwêt gundekî bi bereket e û ji aliyê çandinî, baxçevanî, lawirvanî ve dewlemend e û hejmareke zêde ya kaniyên xweş lê hene. Di vê demê de ango werza biharê de vebûna giyayên biharî û kulîlkên sor, herêm zêdetir xemilandiye.

Her çend li Şerwêtê darên pir zêde nînin, lê hebûna avê ya zêde, sermaya deverê û dîmenên xweş, bûye sedem ku xelkê deverê û derdorê her roj berê xwe bidin wê derê û demeke xweş derbas bikin.

Ev gund li quntara çiyayê Serkaşî Qendîl yê li bakurê rojavayê bajarê Qeladizê ye. Her wiha ji aliyê îdarî ve girêdayî navçeya Jarawe ya ser bi herêma Pişder a ser bi Raperînê ve ye.

Gundê Şerwêtê ji aliyê bakur ve bi gundê Zûdanî yê kevin, ji başûr ve gundê Zûdaniya nû, ji rojhilat ve gundê Mam Jîle û ji aliyê rojava ve bi gundê Zurkanî Xawarû re hevsînor e.

Niha di demsala biharê de deşta kesk û vejîna kanî û robarên ku ji gund diherikin û di bin zinaran de û her cihê gund diherikin dîmenek xweş û bi kelecan daye herêmê ku çav bi dîtina wê têr nabe. Wek yek ji seyrangehên mezin yên Herêma Kurdistanê rojane, welatî serdana wê dikin û ji bedewiya wê keyfxweş dibin.

Gundê Şerwêt hêjî jiyan tê de heye û niha nêzîkî 120 mal tê de jiyan dikin. Piraniya şêniyên gund bi lawirvanî, çandinî û xwedîkirina mirîşkan re mijûlin. Her wiha hebûna avê, gelek karê gundiyan hêsan dike.

Gund bûye çavkaniyeke girîng a dabînkirina bazarê yên weke berhemên şîr û mirîşkan, bi taybetî qaz û berhemên çandiniyê. Ji bo wê gundî berê xwe dane pêdawîstiyên xwe û beşek giring ya bazarê bi berhemên xwe tejî dikin.

Nêzîkbûn û rêya baş a gihîştina gundê Şerwêtê bûye sedema qerebalixiya serdana ji bo gund û kesên ku diçin seyranê û gerê bi şev li gund dimînin. Vê qerebalixiyê derfeteke baş daye gundiyan ku berhemên xwe bi rêya geştyaran bifiroşin.

(fk)