Pênûsa azad ya li dijî zilma PDK’ê rawestiya: Serdeşt Osman

NAVENDA NÛÇEYAN

Dema ku em Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê pîroz dikin û bibîr tînîn, niha em qetilkirina bi hovane ya nivîskarê leheng Serdeşt Osman ku beriya 14 salan bi destên reş yên li dijî azadiyê şehîd bû, bibîr tînin.

14 sal berê rojnamevanê ciwan Serdeşt Osmanî yê ku ji bo azadî û rojnamegeriyê bi hezaran xeyalên mezin hebûn, piştî êşkenceyên giran û bi gulebarankirinê bi carekê re azadî, xeyal û jiyana xwe ji dest dan. Tenê ji bo ku malbat û rêveberên vê Herêma Kurdistanê bi aramî, bê tirs û bê rexne bijîn, kiryarên li dijî azadiyê, azadiya çapemenî û ramanê ku digihin asta qetilkirinê jî bêyî bikevin dudiliyê dikin.

Hewlêr, niha û berê herêmeke reş û girtîgeheke mezine bû ji bo rojnamevan û azadîxwazan. Serdeşt Osman hat û tabûya vê tirsê şikand û bi dengekî bilind li dijî desthilata nizm û qirêj a desthilatdariya Herêma Kurdistanê rabû.

Serdeşt Osman di 25’ê Kanûna 1987’an de li Hewlêrê ji dayik bûye. Rojnamevan û xwendekarê Beşa Îngilîzî ya Koleja Ziman ya Zanîngeha Selahedînê bû.

Demekê berî bê qetilkirin, çendîn gotarên rexneyî nivîsîbûn, ku ya herî berçav jî gotara “Ez evîndarê keça Barzanî me” bû, ku tê de tekezî li bêdadiya civakî û têkçûna PDK’ê di nav gendelî û desthilatdariya têkçûyî de kiribû.

Serdeşt Osman her wekî bêhna mirina xwe kiribû. Beriya bê qetilkirin di gotarekê de wiha nivîsîbû: “Ez dua dikim ku hûn mirineke trajîk layiqî jiyana min a trajîk bidin min. Ji ber vê yekê ez van tiştan dibêjim ji bo ku nîşanî ciwanên vî welatî bidim ka ew çi cejn in û mirin tercîha wan a herî hêsane, da ku fêm bikin ya ku me ditirsîne berdewamiya niha ya nifşên pêşerojê ye, ne mirina me ye.”

Vê xemxwarî û vebûnê Serdeşt xiste nav dilên reş yên ku ji azadî û gotinê ditirsiyan. Roja 4’ê Gulana 2010’ê saet 8’ê sibê li Hewlêrê ji aliyê hejmareke çekdarên bi maske yên PDK’ê ve hat revandin. Di roja 5’ê Gulanê de li ser rêya Mûsilê hat dîtin.

Çîroka mirina Serdeşt li vir bi dawî nebû. Belkû rayedarên PDK’ê senaryoyek pêkenok û gemar çêkir. Dixwestin îtîbara pîşeyî ya Serdeşt Osman xirab bikin û stûyê xwe ji vî sûcê hovane paqij bikin.

Bi senaryoyeke çêkirî, PDKê çend kesên amadekirî anîn ser ekranê û wek terorîst bi raya giştî da nasîn ku bi îdiaya peywendiya wan bi Serdeştê re hebû û dixwazin li Hewlêrê kiryarên terorîstî pêk bînin. Rûyên veşartî yên van kesan û nivîsandina li ser ekrana li ber çavan ji her kesî re îspat kir ku Serdeşt ne terorîste û bi senaryoyên wiha rûyê xwe yê rast bi cîhanê dane naskirin.

Malbata Serdeşt yekser senaryoya PDK’ê û dezgehên ewlehiyê red kirin û niha jî piştî derbasbûna 14 salan tekez dikin ku Serdeşt ji ber nêrîna xwe şehîd bûye û zilamên deshilatdê yên  herêmê jî şehîd bûne. Lewma malbata wî heta niha jî li ser xwîna kurê xwe tawîz nedane, hemû peyman, îmtiyaz û destkeftî red kirine. Naxwazin xwîna kurê xwe bixin nav bazara pereyan.

Yên li pişt qetilkirina rojnamevan Serdeşt Osman ne ku tenê nehatine cezakirin, belkû niha li Hewlêrê li ber çavê her kesî bi azadî tevdigerin û li ser zilm û kuştina azadiyan berdewamin. Her roj kesên ku wek Serdeşt dinivîsin û dihizirin tên girtin, îşkencekirin û kuştin.

Piştî qetilkirina Serdeşt, niha jî PDK bi rêya dezgehên xwe yên ewlehiyê, kuştina dengên azad veguherandiye senaryo û tometbariyên çêkirî. Îşkenceyê li wan dikin û wan di hucreyên yek kesî de bi dadgehên ku PDK’ê bixwe ava kirine, radigirin.

Piştî vî derbazbûna vî demî hemûyê, di sala 2020’ê de, nêzîkî 100 rojnamevan û çalakvanên sivîl li Behdînanê ji aliyê PDK’ê ve hatin desteserkirin û her yek ji wan bi awayekî cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin. Lê hêj hejmarek ji wan di girtîgehên PDK’ê de li benda bidawîbûna hukmê xwe ne.

Çîroka edîtorê beşa Erebî yê ajansa me Rojnews’ê Silêman Ehmed jî wek hemû çîrokên rojnamevananin ku rûyê PDK’ê û malbata wê li navxwe û derve reş kiriye. Zêdetirî şeş mehan piştî revandin û windabûna wî, ew naxwazin cihê wî eşkere bikin û destûrê nadin tîma wî ya parêzeran serdana wî bikin. Ji berk u dixwazin wî bînin heman qedera rojnamevan Serdeşt Osman.

(wd)