Bendavên Herêma Kurdistanê ji pêla baranê çawa bandor bûn?

SILÊMANÎ

Ji ber rêjeya barîna baranê ya di nava du rojên borî de li Herêma Kurdistanê, egera ser de rijînê ji bo bendavên Herêmê derxistiye. Bendava Derbendîxan ji 25 cm kêmtir maye ku bi ser de birije, lê bendava Dukan bandorek mezin ji vê baranê negirtiye ku tenê 9 cm zêde bûye.

Di nava du rojên borî de di rêjeyek zêde de li deverên cuda yên Herêma Kurdistanê baran barî. JI ber zêde barîna baranê ya di nava du rojên borî de, li her du bendavên Derbendîxan û Dukanê egera ser de rijînê heye.

Rêveberê Bendava Derbendîxan Saman Îsmaîl di derbarê bilindbûna asta ava bendavê de ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Di nava 48 saetên borî de li sînorê Derbendîxan 100 mm baran bariye. Bendava Derbendîxan hêza hilgirtina 3 milyar metrekup avê heye. Ji 25 cm kêmtir maye ku ava bendavê bi ser de birije. Dahateke pir baş ya avê çêbûye. Ji bo hevsengiya dahata avê û ava ku em dirijînin, me du deriyên serderijînê ji bo rêjeyeke diyar vekiriye.”

Saman Îsmaîl her wiha diyar kir ku li gorî pêla berdewam a baranê ya li herêmê, wê di nava çend rojên bê de ava bendavê tejî bibe û bi xwe ser de birije û wiha got: “Di bendavê de 3 yekeyên hilberîna elektrîkê jî hene, yek ji wan ji ber pirsgirêkên teknîkî têk çûye. Niha 2 yeke bi berdewam kar dikin ku her yek ji wan dikare 83 megawatt elektrîk hilberîne.”

Her wiha Rêveberê Bendava Dukan Koçer Cemal jî da zanîn ku niha tenê 9 cm av li ser bendava Dukanê zêde bûye û wiha anî ziman: “Barana 48 saetên borî de bariyî, bandorek wisa mezin li ser zêdebûna ava bendavê nekiriye. Niha ji sedan 51’ê bendavê av tê de heye û ji sedan 49 maye ku ava bendavê tejî bibe û serde birije.”

(fk)