Kerîmî: Eger PDK alîkarî nede, dê Kurdistan ji dewleta Tirk re bibe dojeh! – 1

SILÊMANÎ-ROJNEWS

Siyasetmedarê Kurd yê Rojhilatê Kurdistanê Elî Kerîmî li ser alîkariya PDK’ê ya dewleta Tirk a dagirker re hişyarî da û bang li gelê Kurd û aliyên siyasî kir ku zextên tund li PDK’ê bikin da ku dest ji piştgiriya Erdogan berde, got; “Eger PDK alîkariya dewleta Tirk neke wê Kurdistan ji artêşa Tirk re bibe dojeh.”

Herêma Kurdistanê bi dagirkeriyeke giran û berfireh a dewleta Tirk a faşîst re rûbirû ye. Niha bi alîkariya PDK û malbata Barzanî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve amadekariyên operasyoneke nû û berfireh ya dagirkeriyê tê kirin. Ev jî wê metirsiyeke mezin li ser Herêma Kurdistanê û gelê Kurd dide çêkirin.

Siyasetmedarê Kurd yê Rojhilatê Kurdistanê Elî Kerîmî bi dehan salan li Başûrê Kurdistanê weke pêşmerge, siyasetmedar, rojnamevan û çalakvan kar kiriye. Siyasetmedarekî çalak yê têkoşîna Kurd û netewî ye. Kerîmî di hevpeyvîna ku li ser dagirkeriyên dewleta Tirk a faşîst û alîkariyên PDK û malbata Barzanî ya ji Erdogan û dewleta wî ya qirker re ku bi ajansa me re kiriye de, wê di du beşan de bê weşandin.

ROJNEWS: Di serî de em dixwazin serdana Erdogan ya Iraqê ji we bipirsin, hûn vê serdanê çawa dinirxînin û armanca wê çi bû?

Elî Kerîmî: Serdan û hevdîtinên di navbera welatên cîran de asayî ye, lewma serdana Erdogan a Iraqê jî asayî ye. Lê tiştê ne asayî ewe ku Iraq ne wek berê ye û navendîtiya berê bi temamî ji dest daye. Lewma komên milîs û komên îslamî desthilatê li Iraqê dikin.Ya rast ewe ku hegemonyaya Tirkiyê wek cîranê sereke li Iraqê pir kême. Tişta ku heye li beşekî Kurdistanê (Herêma Kurdistanê) ye. Ji ber vê yekê ez bawer nakim ku di peywendiyên Iraq û Tirkiyê de tiştekî zêde mezin rû bide. Dibe ku tiştên heyî zêdetir di mijarên bazirganî û aborî guhertin pêk bên.  Ji ber ku Tirkiye di nava krîzeke mezin ya aborî de ye ku em dibînîn lîreyê Tirk di cîhanê de yek ji pereyên herî bêqîmete. Lewma dibe ku di têkiliyên wan yên aborî û bazirganiyê de guhertin çêbibe. Lê di warê siyasî û leşkerî de ez bawer nakim ku Bexda bi hemû şert û mercên ku Tirkiye jê dixwaze qebûl bike. Ji ber ku Bexda ne bi tenê ye, Bexda li gel Amerîkayê ye ku hîn jî welatekî dagîrkirî yê Amerîka û Ewropayê ye.

Ji bilî van Îran jî bi awayekî ku Iraqê birêve dibe, li pişt Iraqê radiweste. Ji ber vê yekê divê em ji bîr nekin ku di dîrokê de Tirkiye û Îran pirsgirêkên xwe hebûne û li hev nekirin. Raste hîn ev aloziyên di navbera her du welatan de negihiştine asta teqînê. Lê ji ber ku şîeyên Îranê naxwazin li gelek cihan bikevin nava şer û bi taybetî jî li gel Tirkiyê. Ji ber vê yekê jî Îran li Bexdayê xwedî gotine û gotina serekî jî ya wê ye.

ROJNEWS: Ger em li encamên serdana Erdogan binêrîn, em dibînîn tiştê ku wî dixwest pêk nehat, gelo di vê derbarê de hûn çawa dinirxînin?

Elî Kerîmî: Erê, helbet ev raste. Tişta ku Erdogan bi wê şandeya xwe ya mezin û qerebalix ve pê hat Bexda bidest nexist. Zêdetir wan xwe di çarçoveya bazirganî de pêşkêş kirin. Ya rast ewe ku di navbera Iraq û Tirkiyê de tu pirsgirêkên ewlehiyê nînin ji bilî pirsgirêka Kurd li Bakur û Rojavayê Kurdistanê. Ji ber ku dewleta Tirk li hemberî Kurdan pir hesase û dizanin Kurd gelekê xwecihî ne û li ser xaka xwe bûne, yên ku hatin xaka Kurdan dagirkirin Tirk bûn.

ROJNEWS: Di serdana Erdogan a Iraqê de, hinek medya û çavdêran mijara hatina DAIŞ’ê bo Mûsilê derxistin pêş û gotin nabe ku Iraq Mûsilê ji bîr bike. Li gor we Iraq dê ji bîr bike û tevî wê jî dê alîkariya Tirkiye bike?

Elî Kerîmî: Ne ku tenê Iraq wê ji bîr neke, kes wê ji bîr neke. Ji ber ku pir eşkere bû ku DAIŞ weke destê Tirkiyê û wê hevpeymaniyê bû ku li Urdunê li hev civiyan, piştî wê civînê DAIŞ hat avakirin û bi şev hat Iraqê û Mûsil girt. Ev rastiyeke ku destê serekî yê Tirkiyê tê de bû. Piştî Tirkiyeyê destê PDK’ê jî di avakirina DAIŞ’ê de hebû. Kadroyên PDK’ê yên wê demê digotin DAIŞ nîmeteke ji me re hatiye û emê bi wê re bibin cîran. Lê wek min got, divê em dijminatiya demdirêj ya di navbera Iraq û Tirkiye, Îran û Tirkiyê de jibîr nekin.

ROJNEWS: Hûn serdana Erdogan ya Herêma Kurdistanê çawa dibînin?

Elî Kerîmî: Bi rastî jî serdana Erdogan ya Herêma Kurdistanê karesatek bû. Xemilandina qesr û rêyan bi alên dewleta Tirk kêmasî û eybeke mezin bû ku mirov bi wî awayî pêşwaziya dijminên xwe bike. Erdogan li Bexdayê got ku ewê biçe serdana birayên xwe yên Tirkmen yên li Hewlêrê. Binêrin ew çiqas koleyê berjewendîyên pere û dolarên malbata xwe ne, ne ku berjewendiyên gelê xwe. Ji ber vê yekê ew koletiyê hez dikin û qebûl dikin. Malbata Barzanî ji dil û can dixwaze bibe waliyê dewleta Tirk. Tiştê ku bi salan berhev kirine û li derve xerc kirine û li Tirkiyeyê di banka û neguhêzan de razandine, bi xizmeta Erdogan û kirina tiştên ku Erdogan jê hez dike tê parastin.

PDK ji Tirkiye û Erdogan du qat zêdetir li dijî PKK’ê ye û venaşêre jî. Ji sala 1975’an ve PDK û malbata Barzanî gotine “ger em nikaribin çi ji destê me bê emê wê hilweşînin.” PDK ji desthilta Kurdan a niha li Bakurê Kurdistanê heye gelek aciz û nerehete. Lewma PDK qet venaşêre ku li dijî PKK’ê ye. Tişteka ku ew dike gelek kirêt û bi nefrete. Tirkiye PKK’ê dijminê xwe dibîne. Eger PDK behsa neteweya Kurd dike, çima li dijayetiya parçeyên din yên Kurdistanê bi taybet Başûr û Rojava dike?

ROJNEWS: Mesûd Barzanî gotiye “Min şerê birakujiyê heram kiriye û em tu carî guleyekê li dijî Kurdekî nateqînîn” Lê niha li dijî PKK’ê rawestiya ye ku Kurde. Fikrên we yên li ser vê yekê çi ne?

Elî Kerîmî: Barzanî nerast dibêje. Ewê li ser wê yekê bin ku çi dijminekê Kurd ji kûderê bê wê biçin destê xwe bidin destê wî û bi hev re hewl bidin netewa Kurd bitepisînin.

(wd)