‘PDK ji bo paşxistina hilbijartinê alîkarî ji dewleta Tirk dixwaze’

WISAM ZEHRUNÎ-BEXDA

Çavdêrê Siyasî Mahir Cewde da zanîn ku dewleta Tirk daxwaza hevkariyê ji PDK’ê kiriye daku hîn zêdetir derbasî nav xaka Iraqê bibe. Her wiha got: “PDK jî ji bo paşxistina hilbijartinê daxwaza alîkariyê ji dewleta Tirk dike.”

Çavdêrê Siyasî Mahir Cewde di derbarê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û hewldanên PDK’ê yên ji bo paşxistina hilbijartina Herêma Kurdistanê ji Rojnews re axivî.

Mahîr Cewde da zanîn piştî ku PDK’ê bêy behaneyek yasayî hebe boykota hilbijartinê ragihand, wê Herêma Kurdistanê hîn zêdetir bikeve di nava qeyranek siyasî de û got: “Dibe ev jî bibe sedema zêdebûna nakokiyên ewlehî û zextên paşxistina hilbijartinê.”

Di dewamê de Mahir Cewde diyarkir ku welatî dixwazin hilbijartina parlementoyê di dema xwe de pêkwere, lê PDK dixwaze paş bixe. Cewde got: “Dibe ev jî rê li ber dewleta Tirk vebike ku rewşa ewlehiyê ya herêmê aloztir bike.”

Mahir Cewde da zanîn ku dewleta Tirk daxwaza hevkariyê ji PDK’ê kiriye daku hîn zêdetir derbasî nav xaka Iraqê bibe û got: “PDK jî ji bo paşxistina hilbijartinê daxwaza alîkariyê ji dewleta Tirk dike.”

Biryare hilbijartina parlementoya Herêma Kurdistanê di 10’ê Hezîranê de pêkwere. Roja 18’ê Adarê PDK’ê ragihand ewê hilbijartinê boykot bikin.

Roja 21’ê Sibatê jî Dadgeha Federal a Iraqê li ser hilbijartina parlementoya Herêma Kurdistanê biryar da ku kursiyên kota werin rakirin û sîstema hilbijartinê ji yek bazneyî bibe çar bazneyî.

(kş)