Encûmena Wezîran di derbarê Şengalê de biryarên nû da

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi amadebûna Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, di civîna 19’emîn ya Encûmena Wezîran a Iraqê de di derbarê Iraqê ku Şengal jî di nav de hinek biryar hatin girtin.

Duh bi amadebûna Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, civîna 19’emîn ya ya Encûmena Wezîran a Iraqê hate lidarxistin. Di civînê de ji nû ve avakirina Şengalê jî di nav de, gelek mijar hatin nirxandin û hinek biryar hatin girtin.

Di civînê de Encûman Wezîran a Iraqê biryar da ku pêşnîyarên Biryara Komîteyê ya Hejmara 2024’an a di derbarê Projeya Parzûngeha Hilberînê ya Kerkûkê de were erêkirin û pêşniyarên Ofîsa Yasayî ya Emîndariya Giştî ya Encumena Wezîran a Iraqê li ser vê mijarê werin pêkanîn.

Encûman Wezîran her wiha biryar da ku di çarçoveya ji nû ve avakirina herêmên rizgarkirî û şopandina rewşa li Şengalê de, benda 6 ya biryara Encûman Wezîran ya jimara 24043 ya sala 2024’an li gorî xalên jêrê were guhertin.

1-Dabeşkirina her du zeviyên ku di xala 6’an a biryara Encumena Wezîran a bi jimare 24043 de hatibûn diyarkirin, ji aliyê Wezareta Jinûveavakirin, Niştecihbûn, Şaredarî û Karûbarên Gel ve hat betalkirin û milkê wan ji Şaredariya Şengalê re were vegerandin.

2-Agahiyên berfireh û bîlançoya hejmara malbatên koçberên Şengalê, bi taybet malbatên ku li kampan dijîn, ji bo Wezareta Koç û Koçberan were pêşkêşkirin. Her wiha ev agahî û bîlanço di avakirina sîteyên civakî, amadekariyên avahîsaziyê û hejmara yekeyên xaniyên erzan ên ku divê ji wan re bêne pêşkêş kirin de were bikaranîn.

(fk)