Di qezaya trafîkê de 12 kes bûn qurbanî

NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku li ser rêya sereke ya Barzan a nêzîkî taxa Şinduxa ya li parêzgeha Dihokê du wesayît bi hev ketin û di encamê de zarokek 13 salî jiyana xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, li ser rêya sereke ya Barzan a nêzîkî taxa Şinduxa ya li parêzgeha Dihokê du wesayît bi hev ketin.

Hate ragihandin ku di encama qezayê de zarokek 13 salî jiyana xwe ji dest da û 11 kesên din jî birîndar bûn.

Lê di derbarê nasnameya kesên di qezayê de bûn qurbanî, ti agahî nehatine belavkirin.

(fk)