NAVENDA NÛÇEYAN
Endamê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Soran Omer di rupela xwe ya facebook’ê de ragihand ku ya ku Wezareta Darayî ya hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê belavkiriye ne raste û mixabin rastiyê jî ji xelkê re nabêjin.
Soran Omer diyar kir ku banga TBI bankek ya hikûmetê ye û li gorî biryara Dadgeha Federal mûçeyê 900 hezar karmendên Herêmê bi bankî dike.
Her wiha destnîşan kir ku divê ew 6 bankayên ku ‘hesabê min’ ji 310 hezar karmendan re vekirine rawestin û belgeyên karmendan radestî TBI bikin.
Parlamenter Soran Omer bang li hikûmetê kir ku belgeyên karmendan û dahata navxweyî radestî TBI bikin, da ku hîn zêdetir mûçeyê meha Nîsanê paş nekeve.
Herî dawî Soran Omer nivîsek a Serokê hikûmeta demborî ya Herêmê Mesrur Barzanî dibin nivîsa xwe de belav kir ku tê de tê gotin Barzanî razî bûye bi rêya bankaya TBI mûçe werin dayîn.
(fk)