Artêşa Iraqê hinek mal û baxên welatiyên li sînorê Kerkûkê hilweşandin

NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku beriya demek kurt, hêzên hevbeş ên rakirina zêdehiyan yên artêşa Iraqê li devera ‘730’ ya nêzîkî deriyê Kerkûk-Silêmaniyê hinek bax û malên welatiyan hilweşandin. Welatiyan jî diyarkirin ku duh bi lez wan agahdarkirine û negihane ku malên xwe vale bikin.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, beriya demek kurt Hêzên Hevbeş ên Rakirina Zêdehiyan ya Artêşa Iraqê hinek bax û malên welatiyan yên li devera ‘730’ ya nêzîkî deriyê Kerkûk-Silêmaniyê hilweşandin.

Welatiyan jî diyarkirin ku duh bi lez wan agahdarkirine û wextê wan yê malên xwe valekirinê nemaye, ji ber ku di hinek ji wan malan de malbat jiyan dikirin.

Her wiha welatiyan destnîşankirin ku hêzên artêşa Iraqê heta heftiya bê dem dane wan ku bi temamî mal û baxçeyên xwe vale bikin, ger na wê bi temamî hilweşînin.

Welatiyan gotin ku piştî sala 2003’ê ku penaber ji Kerkûkê vegeriyan, ev zevî dan wan, lê niha bi behaneya avakirina projeyên xaniyan, malên wan vala dikin û dibêjin mal û baxên we zêde ne.

(fk)