Li Kerkûkê Erebên hawirde nahêlin Kurd genim û cehê xwe bidirûn

KERKÛK-ROJNEWS

Bi gihiştina genim û ceh re, cotkarên gundên Kurdan yên Kerkûkê dixwazin berhemên xwe bidirûn, lê Erebên hawirde yên li devera gundê Pelkane bi danîna konan rê li ber cotkarên Kurd girtin.

Careke din Erebên hawirde li sînorê gundê Pelkane li başûrê Kerkûkê rê nadin ku cotkarên Kurd berhemên xwe yên genim ceh bidirûn.

Li gorî dîmenek ku bi dest ajansa me ketiye; têde xuya dike ku Erebên hawirde li Pelkane konan vedidin da ku nehêlin cotkarên Kurd genim û cehê xwe yê îsal bidirûn.

Sedema nehiştinê jî ew e ku piştî referandûma şikestxwarî ya Barzanî, hejmareke zêde ya erebên hawirde şandin Kerkûkê. Niha jî dibêjin ku ew zevî berê ji aliyê rêjîma Baas ve weke diyarî ji wan re hatiye dayîn. Lê di rastiyê de ew zevî û erd yên welatiyên li wê deverê ne.

Di 29’ê Nîsanê de, artêşa Iraqê rê neda cotkarên Kurd ku berhemên xwe yên çandiniyê bidirûn û du welatiyên Kurd li gundekê dikeve devera navçeya Pirdê  hatin binçavkirin.

(wd)