Qubad Talebanî: Paşxistina hilbijartinê dê zererê bide statuya Herêma Kurdistanê

NAVENDA NÛÇEYAN

Qubad Talebanî di hevdîtina xwe ya bi nûnera taybet ya Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî ya li Iraqê de diyar kir ku paşxistina hilbijartinê wê zererê bigihîne statuya Herêma Kurdistanê.

Cîgirê Serokê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî îro bi nûnera taybet ya Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî ya li Iraqê re civiya.

Cîgirê Serokê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di hevdîtina xwe ya bi nûnera taybet ya Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert de diyar kir ku paşxistina hilbijartinê wê zererê bigihîne statuya Herêma Kurdistanê. Herwiha da zanîn ku divê jiyana welatiyan di çarenûseke nediyar de neyê hiştin.

Di hevdîtinê de Qubad Talebanî got; “Me berê jî hişyarî kiribû ku her pêngav û hewlek ji bo paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bê dayîn wê zererê bide statuya Herêma Kurdistanê, sazî û dezgehên wê. Lewra divê hilbijartin di dema xwe ya hatiye diyarkirin de be kirin. Herwiha pêşeroja Herêma Kurdistanê, jiyana welatiyan di çarenûseke nediyar de neyê hiştin.”

(wd)