NAVENDA NÛÇEYAN
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zeviyên çandiniyê yên gundên rojavayê Minbicê dan ber agir.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê agir berdan zeviyên çandiniyê yên gundên rojavayê kantona Minbicê.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku artêşa dagirker û çeteyên wê ji saet 02.00’an ê vê sibehê heta 05.00’an agir bi zeviyên çandiniyê yên gundên El Ulşlî heta gundê El Bugaz ên rojavayê kantona Minbicê xistine. Hate gotin ku ev jî bû sedem ku agir li piraniya zeviyên çandiniyê belav bibe û agirekî mezin li pey xwe hişt.