Di qezayek trafîkê de zarokek jiyana xwe ji dest da

NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku li taxa Babkê ya Zaxoyê wesayîtek ji cûrê pîqab li zarokek 6 salî daye û piştî gihandina nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Şofêrê wesayîtê hate binçavkirin.

Rêveberiya Polîsên Zaxoyê ragihand ku piştî nîvro li taxa Babkê wesayîtek ji cûrê pîqab li zarokek 6 salî bi navê A-D-X da û bi giranî birîndar bû.

Hate diyarkirin ku zaroka birîndarbûyî piştî gihandina nexweşxaneyê ji ber giraniya birîna xwe jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Rêveberiya Polîsên Zaxoyê ragihandî cenazeyê zarok rakirine tiba edlî ya Zaxoyê. Her wiha hate destnîşankirin ku şofêrê wesayîtê bi navê A-E-T hatiye binçavkirin û li gorî yasaya 24 ya trafîkê dê were darizandin.

(fk)