Qerexermanên deşta Koyeyê bi nav û dengin

KOYE-ROJNEWS

Werza biharê hatiye, genim gihane û welatî qerexerman amade dikin. Li deşta Koyeyê di rêjeyek zêde de qerexerman tê xistina bazarê û ji bo bajar û bajarokên din ên Herêmê tê şandin.

Qerexerman yek ji xwarinên Kurdî ye ku li piraniya deverên Kurdistanê ji aliyê cotyaran ve tê hilberandin. Her wiha ji bo çêkirina xwarinê bi awayên cuda tê bikaranîn. Ji ber giringî û tama xwe, ji aliyê welatiyan ve gelek xwestek li ser heye û bazarên Herêma Kurdistanê bi qerexermanan tejî dibe.

Her sal di nîvê meha Gulanê de cotyarên herêma Koye ya bi ser parêzgeha Hewlêrê beriya dirûtina genim, dest bi amadekirina Qerexerman dikin. Ev xwarina Kurdewarî ya piştî kedeke zehmet tê çêkirin, ji ber di roja me de nirxê wê biha ye, li gor birinc û savarê kêmtir li ser sifreyan cih digire.

Genimê Mûsilê, Genimê Gulreş û Genimê Qazî ji bo Qerexerman genimên herî diyar û guncaw in. Her wiha Qerexerman ji genimê ji bo ard tê bikaranîn cudatir e, libên wê zêdetirin û payîzê tê çandin.

Destpêkê genim diçînin, li erdê radixin û paşê jî agir berdidinê û vedimirînin. Ev her du qonax ji bo berhema Qerexerman pir hesas û girîng e. Bi taybet jî cureyê genim, qutkirina wê, şewitandin û vemirandina wê karekî hostane dixwaze. Ji bo Qerexermana bi tam û lezet ev girîng e. Piştî tê birîn û şewitandin, vedimirînin. Piştî wê tê komkirin û hişkkirin. Herî dawî jî tê hêrandin.

Li hemû deverên Herêma Kurdistanê ev xwarin tê amadekirin, lê bi taybet ji ber ku deşta Koyeyê para giştî bi xwe digire û salane bi tonan tê amadekirin, wek navenda amadekirinê tê hesibandin.

Merîwan Mexdîd ku cotyarek deşta Koyeyê, her sal li gorî şêwazê ku bavê wî fêr kiriye, xwarina Qerexerman çêdike û wiha qala qonaxên çêkirina wê dike: “Beriya derketina rojê kel û pelên xwe amade dikin û dest bi dirûna genim dikin heta danê nîvro dewam dikin. Piştre li cihek paqij û guncaw datînin. Li pey wê çend saetekê li bendê dimînin ku heta kizir dibe (nîv zuhabûn). Nabe ku gelek hişk be, ji ber ku dema ket nav agir de wê genim bişewite û qerexerman çênabe. Divê gelek neyê şewitandin da ku tama wê bidest bixin. Ger reş bûyî be kes nabe, ji ber ku tama şewitînê jê tê.”

Merîwan da zanîn ku divê piştre li bêjîngê were kirin û wiha domand: “Qonaxa duyem piştî li bêjingê hate kirin û hate bi cihkirin destpê dike. Li pey wê qalik dimînin û bi amêrek taybet gulgenim û qalik ji hev du tê cudakirin. Piştî her du qonaxan, qonaxa sêyem destpê dike. Piştre dibin aşxaneyê û li wir dihêrin heta ku dibe qerexerman. Bi temambûna hemû qonaxên wê re dibin bazarê û difiroşin.”

Cotyar Berzan Mehmud jî derbarê heman mijarê de wiha axivî: “Li Koye bi giştî qerexermanê gundê Şewgêr bi nav û denge. Ji ber ku ti hîle tê de nîne. Ev jî tam û lezetek taybet dide qerexerman û xwezayî ye. Niha gelek ciwan nizanin Qerexerman çiye. Yek ji xwarinên kurdî yên herî navdar e, ku ji ber zehmetiya çêkirina wê, pir biha ye. Kîloyek ji 10 hezaran kêmtir nîne. Ji ber rewşa aboriyê ya niha hêza hemû welatiyan nîne ku bikirin. Qerexerman hindî ciwantir be, ewqas girantire.”

Berzan Mehmud herî dawî diyar kir ku tevî ku Qerexerman ji welatên derve jî tê hawirdekirin, lê ne wek tam û lezeta xwemaliye, ji ber vê heta niha xwesteka li ser Qerexermana xwemalî geleke û ji bo bajar û bajarokên din jî tê şandin.

(fk)