Li ser rêya Zaxo, di qezaya trafîkê de kesek mir û 12 kes jî birîndarbûn

NAVENDA NÛÇEYAN

Di danê sibehê de li ser rêya navbera Sêmêl-Zaxo di navbera du wesayîtan de qezaya trafîkê rû da û di encamê de kesek jiyana xwe ji dest da û 12 kes birîndar bûn.

Berdevkê polîsên trafîkê ya Dihokê ragihand ku danê sibehê di saet 07:50’an de li ser rêya Sêmêl-Zaxo di navbera du wesayîtan de qezaya trafîkê rû da.

Hate diyarkirin ku di encama qezayê de kesekê jiyana xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn. Lê di derbarê nasnameya kesên di qezayê de bûne qurbanî ti agahî nehat belavkirin.

(fk)