NAVENDA NÛÇEYAN
Îro 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî ye. Di sala 1932’an de di vê rojê de jimara yekem a Kovara Hewar bi destê Celladet Elî Bedirxan li paytexta Sûriyeyê Şamê hate derxistin. Di 15’ê Gulana 1954’an de li Hewlêrê jimara yekem a Kovara Hetaw hate derxistin. Her wiha di sala 1963’an de jimara yekem a Kovara Roja Nû li Stenbolê hate derxistin. Ji ber vê yekê roja 15’ê Gulanê di nava Kurdan de weke Roja Zimanê Kurdî tê destgirtin.
Li gorî lêkolînek ya di Kovara zanistî ya ‘Science’ de hatî belavkirin, lêkolînerên Zelandaya Nû destnîşankirine ku bingehê zimanê malbata Hînd-Ewrupî xwedî dîrokek 8000 heta 9500 sale ku zimanê Kurdî jî yek ji wan zimanane ku di nava malbat Hînd-Ewrupî de cih digire. Li cîhanê zêdetirî 7 hezar ziman hene. Zimanê Kurdî di nava 100 zimanên herî zêde pê tê axaftin de, zimanê 59’emîn yên ku pê tê axaftine.
15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî ye. Di sala 1932’an de di vê rojê de jimara yekem a Kovara Hewar bi destê Celladet Elî Bedirxan li paytexta Sûriyeyê Şamê hate derxistin. Di 15’ê Gulana 1954’an de li Hewlêrê jimara yekem a Kovara Hetaw hate derxistin. Her wiha di sala 1963’an de jimara yekem a Kovara Roja Nû li Stenbolê hate derxistin. Ji ber vê yekê roja 15’ê Gulanê di nava Kurdan de weke Roja Zimanê Kurdî tê destgirtin.
Di zimanê Kurdî de 5 zaravayên sereke hene û ew zarava jî ji çend devokan pêkhatine.
Zaraveyên Zimanê Kurdî û herêmên lê tên axaftin;
1 – Zaraveyê Kurmanciya jorê: Bazîd, Hekarî, Botan, Şemdînan, Behdînan û Rojavayê Kurdistanê.
2 – Zaraveyê Soranî ango Kurmanciya navîn: Mukriyan, Soran, Erdelan, Silêmanî û Germiyan.
3 – Zaraveyê Lorî ango Kurmanciya xwarê: Lorî Resen, Bextiyarî, Mamesenî, Kuhgilû, Lek û Kelhûrî.
4 – Zaraveyê Goran: Goranê Resen, Hewreman, Kenduleyî, Bacelanî û Zaza.
Rewş û şert û mercên zimanê Kurdî li her çar beşên Kurdistanê cudaye. Her beşek ji zimanê Kurdî bi awayên cuda di bin gefan de ye û di bin metirsiyê de ye. Her wiha rêjeya asta bikaranîn û meyla pêşketinê cuda ye.
Li Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî
Niha di bin zexta dewletên dagirker de zimanên xwecihî bi awayekî sîstematîk tên tunekirin, di 70 salên borî de nêzî 200 ziman hatine tunekirin. Zimanê Kurdî jî yek ji wan zimanane ku gefa dagirkirin û tûnekirinê li ser e û li gel vê jî metirsiya navxweyî li ser heye.
Li Bakurê Kurdistanê zêdetirî 20 milyon Kurd jiyan dikin. Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê piralî ye û li gel pirsgirêka nasname, ewlehî, siyasî, aborî û çandî pirsgirêka qedexekirina zimanê Kurdî jî yek ji pirsgirêkên sereke ye. Zimanê Kurdî, piştî zimanê Tirkî, zimanê herî zêde li Tirkiyeyê tê axaftine.
Li gorî madeya 42 ya qanûna Tirkiyeyê zimanê ‘Tirkî’ zimanê dayîkê yê hemû welatiyên li Tirkiyeyê ye û li gorî vê qanûnê bi zimanek din li Tirkiyeyê xwendin qedexeye.
Di sala 2021’an de HDP’ê li Parlamentoya Tirkiyeyê projeyek ya ji bo bikaranîna zimanê Kurdî pêşkêş kir, lê hate red kirin. Di heman salê de ji bo zimanê Kurdî li Tirkiyeyê bikeve meriyetê, gelek kesayetan bi sed hezaran îmza komkirin, lê ev yek jî hate redkirin û astengkirin.
Li gorî bîlançoyên Navenda Weşanên Zimanê Kurdî belavkirî, di nava 10 salên borî de zêdetirî 250 navendên fêrkirinê û pêşxistina ziman û çanda Kurdî li Bakurê Kurdistanê hatine avakirin. Ji vê hejmarê 200 cih hatine girtin. Her wiha nêzîkî 170 saziyên ragihandinê û çapemeniya Kurdî hatine girtin û bi dehan mamostayên zimanê Kurdî, hunermendên stranbêj, helbestvan, wênevan ji ber ku zimanê Kurdî bikaranînehatine girtin û di girtîgehan de ne.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) di rapora xwe ya salane de diyar kir ku dewleta Tirk axaftina bi zimanê dayîkê li Kurdan qedexe kiriye û bi hezaran xwendevan ji xwendina bi zimanê dayikê bêpar hiştine.
Li Başûrê Kurdistanê zimanê Kurdî
Zimanê Kurdî li Başûrê Kurdistanê jî weke piraniya qadên din di nava krîzê de ye û nebûna zimanekî standard û serdestiya zimanên biyanî li ser zimanê Kurdî, krîz kûrtir kiriye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî ti erk û rolek erênî negirtiye ser xwe. Her roja diçe metirsiya li ser ziman ji ber bêxemiya hikûmeta Herêmê zêdetir dibe.
Bernameyên televizyonan û zimanê hinek medyayan metirsî li ser zimanê Kurdî çêkiriye. Her wiha di qehwexane, xwaringeh, hotel û motelan de qasî ku giringî bi zimanên biyanî tên dayîn, bi zimanê Kurdî nayê dayîn.
Gelek dayîk û bav zarokên xwe dişînin dibistanên taybet û gelek zarok jî bi zimanên biyanî Îngilîzî, Erebî, Tirkî û Elmanî dixwînin. Ev yek jî wê ji bo zimanê Kurdî yê nifşê bê re, wê pirsgirêkên mezin derbixîne.
Li Rojhilatê Kurdistanê zimanê Kurdî
Di sîstema perwerdeyê ya dewleta Komara Îslamî ya Îranê de maf ji bo ziman û perwerdeyên pêkhateyên neteweyan nehatiye dayîn. Lewra li Rojhilatê Kurdistanê erkê parastin û pêşxistina zimanê Kurdî ketiye ser malbat û çalakvanên xwebexş. Çalakvanên xwebexş xwe dixin ber gef û zextên hêzên ewlekarî û leşkerî de. Bi pereyên xwe yan jî bi alîkariya xelkê pergalên xwendinê dikirin û bi zehmetî cihên lidarxistina kursan peyda dikin.
Li Zanîngeha Sine Beşa Taybet ya Ziman û Wêjeya Kurdî heye. Lê wek din di tu zanîngehên din yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi şêweyê dilxwazî jî waneyên zimanê Kurdî nayên xwendin. Li hinek zanîngehan hewla xwendina zimanê Kurdî hebû, lê hate astengkirin.
Niha li Rojhilatê Kurdistanê, bi dehan mamostayên waneya zimanê Kurdî ji aliyê rejîma Îranê ve xistine girtîgehê. Dewleta Îranê rê nade ku navendên zimanê Kurdî bên vekirin û mamostayên zimanê Kurdî digrin. Li gor bîlançoya Komeleya Perwerdeyê ya Rojhilatê Kurdistanê, di nava 5 salên borî de zêdetirî 110 navendên zimanê Kurdî hatine girtin. Her wiha hate ragihandin ku bi dehan mamosteyên zimanê Kurdî jî hatine girtin ku ya herî dawî Mamosta Zara Mihemed ku 10 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û piştre bi zextên navneteweyî hate berdan.
Li Rojavayê Kurdistanê zimanê Kurdî
Piştî şoreşa gelên Sûriyê û piştî sala 2011’ê ku Rojavayê Kurdistanê ji bin destê rêjîma Esad derket, zimanê Kurdî jî azad bû. Demil dest navendên fêrkirina zimanê Kurdî hatin vekirin. Zarok û ciwanên zimanê Kurdî nedizanîn, fêrî xwendin û nivîsîna zimanê Kurdî bûn.
Niha li Rojavayê Kurdistanê ji dibistana seretayî heta qonaxa dawî ya zanîngehê bi zimanê Kurdî tê xwendin. Rêveberiya Xweser biryar û belgeyên xwe yên fermî li gel Erebî bi zimanê Kurdî derdixe û bi zimanê Kurdî qeyd dike. Çapemenî û rojnameyên wê bi zimanê Kurdî ne.
Tevî hemû zext, gef û metirsiyên li her çar beşên Kurdistanê li ser zimanê Kurdî heyî, hîna bikaranîn û xwendina zimanê Kurdî di astek bi hêz de ye.
Li cîhanê zimanê Kurdî
Di van salên dawî de zimanê Kurdî li seranserê cîhanê bala rêxistin, zanîngeh, pispor û zanyaran kişandiye ser xwe. Di 5’ê Hezîrana sala borî de li malpera bajarê Bern a paytexta Swîsreyê Rûsî, Ûkraynî û Kurdî lê hatin zêdekirin û bi 15 zimanan xizmet tê pêşkeşkirin. Di malperê de agahiyên ji bo gelên li Bernê dijîn cih digirin. Vebijêrka ziman a nû jî di 5’ê hezîranê de ji aliyê Daîreya Spor û Xizmetên Civakî yên Bernê ve hate zêdekirin.
Her wiha di peyîza borî de Zanîngeha Harvard a Emerîkî yekem car di dîroka xwe de piştî xwestekên xwendekarên zanîngehê yên Kurdistaniyan dewreya perwerdekirina zimanê Kurdî vekir. Di dewreyê de ne tenê girîngiya perwerdekirina zimanê Kurdî, mijarên çand, dîrok û siyaseta Kurdan jî hatin girtina dest.
Hêjayî gotinêye ku li gorî daneyên Wîkîferhengê (Wiktionary) ya beşa ferhengê ya Wikipedia Îngilîziyê, zimanê Kurdî bi 918 hezar û 123 peyvan di nav 168 zimanan de, zimanê Farisî, Tirkî û Erebî derbas kir û di rêza 8’emîn a cîhanê de cih girtiye.
(fk)