Ji Xurmal heta Hewraman 10 hezar dar dê were çandin

XURMAL-ROJNEWS

Di pirojeyeke nû ya jîngehparêziyê de, rêya Xurmal heta Biyare kesk dibe û 10 hezar darên ji cûrê tû dê werin çandin. Heta niha 2 hezar dar hatine çandin.

Îro li gundê Zerdehalî yê Hewremanê, bi têçûna 510 milyon dînar, projeyek ya jîngehparêziyê ji bo rêya Xurmal heta Biyare hate destpêkirin ku wê 10 hezar darên ji cûrê tû werin çandin. Heta niha 2 hezar dar hatine çandin û biryare di dema bê de 8 hezar darên mayî jî werin çandin.

Şêwirmendê Ragihandinê yê Gruba Kompanyayên Helebceyê Aso Ebduletîf di derbarê projeyê de ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Projeya me projeyek ya jîngehparêziyê ye. Li ruberek berfireh 10 hezar dar dê were çandin. Ji bo projeyê 510 hezar dolar hatiye xerckirin. Ev yek ji bo xizmeta jîngeh û kerta geştyariyê ya herêmê ye. Şitilên hatine çandin hemû darên tûyê ne û li gorî avhewaya sînore. Emê projeyê berfirehtir bikin û ji aliyê tîmên Koma Helebceyê ve dê were çavdêrîkirin. Her wiha dê depoya avê werin danîn. Niha zêdetirî 2 hezar dar li ser rêya Zerdehal heta Hewremanê hatine çandin.”

Rêveberê Rêveberiya Jîngehê ya Helebceyê Serheng Ebdulrehman jî li ser mijarê ji Rojnews’ê re axivî û wiha pê de çû: “Ev proje ji bo xizmeta jîngeha herêmê ye. Hêvîdarin projeyên wiha li herêmê berdewam bibin. Niha li herêma me rêjeya keskahiyê di navbera ji sedan 12 heta sedan 14 bi rêya van projeyan bi berdewam zêde dibe.”

(fk)