‘Çapemeniya PDK’ê di xizmeta dewleta Tirk de ye’

JIYAN PÎRAN-MEXMÛR

Rojnemevanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê diyar kirin ku PDK bi hemû hêz û çapemeniya xwe hevkariyê ji êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re dike û gotin: “Çapemeniya girêdayî PDK’ê ji bo reşkirina xeta weşangeriya azad û bêbaweriyê li hemberî çapemaniya azad bide çêkirin, di nav planên qirêj de ye.”

Ji sala 2020’an û şûnde nêzîkî 100 rojnamevan û çalakvanên sivîl li Behdînanê ji aliyê PDK’ê ve hatin desteserkirin û her yek ji wan bi awayekî bi cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin. Heta niha jî hejmarek ji wan di girtîgehên PDK’ê de dîlgirtîne. Li kêleka van êrişan jî, her roj çapemeniya girêdayî PDK’ê bi nûçeyên manîplasyonê dixwazin nûçeyên ji aliyê çapemeniya azad ve li ser dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê tên çêkirin, vala derbixin.

Têkildarî van êriş û hevkariya çapemeniya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re rojnemevanên jin yên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji ajansa me re axivîn.

Ji bo heqîqetê xebat dikin

Nûçegihana Jin Tv Bêrîvan Tunç di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya çepemeniya PDK’ê êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê rewa nîşan dide û wiha got: “Dema dewletek yan welatek bixwaze êriş li ser welat, herêm yan jî li ser gelekê pêk bîne bi rêya çapemeniyê bingehê van êrişan çêdike. Bi rêya çapemeniyê hem civaka xwe hem jî ya beramberî xwe ji bo vê êrişê amade dike û rewa dike. Dewleta Tirk jî ji bo êrişên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medya, Başûrê Kurdistanê, qirkirina li ser xwezayê, bişaftina li ser çand û zimanê gelê Kurd dide pêkanîn rewa bike, ragihandina xwe û ya Başûrê Kurdistanê xistiye di bin xizmeta xwe de. Dijberî vê ragihandina azad jî ji bo vala derxistina plan û projeyên dewletên desthilatdar yên ku dixwazin Kurdistanê dagir bikin, rastiya heyî dişopînin û ji bo raya giştî radigihînin. Çapemeniya girêdayî PDK’ê ji bo reşkirina xeta weşangeriya azad û bêbaweriyê li hemberî çapemaniya azad bide çêkirin, di nav planên qirêj de ye.”

Bêrivan Tunç di berdewama gotinên xwe de da diyakirin ku sîstemên desthilatdar rê û rêbazên êrişên xwe yên li ser çapemeniya azad nedan guhertin û wiha pêde çû: “Çawa ku di salên 80’yan de dewleta Tirk êrişî çapemeniya azad dikir, îro jî rojnemevanên Kurd tên dîlgirtin û qetil kirin. Mînak ev 203 rojin tu agahî ji Silêman Ehmed yê ku ji aliyên asayîşa PDK’ê ve hatiye desteserkirin, nayê girtin. Di salên 80’yan de jî bi vê rêbazê dixwestin rojnemevanên Kurd bêdeng bikin. Li Bakûrê Kurdistanê ji derveyî girtin û kuştinê her roj gef li rojnemevanan tê xwarin. Ji bo ku gel û çapemeniya azad bêdeng bihêlin, her roj bi rêbazên cûda êrişî li ser cihê xebatên çapemeniyan dikin. Emê wek endamên çapemeniya azad heta dawî li pey heqîqet û rastiya heyî bin û emê serî li hemberî gefên wan netewînin.”

‘Emê pêşengtî ji rastî û heqîqeta heyî re bikin’

Rojnemevana Rojnemeya Rojev Mexmûr Xurbet Tallî jî di axaftinên xwe de balkişand li ser girtin û kuştina rojnemevana û wiha anî ziman; “Her roj rojnemevan tên girtin û qetilkirin. Dema em ji vê yekê dikevin rê mirov dibîne dewleta Tirk êrişek bê hed û hesab li ser gelê Kurd dide meşandin. Êrişên niha li ser gelê Kurd tên pêkanîn, ji yên demên derbazbûyî ne qutin. Êrişên di demên dawî de tên kirin piranîya xwe li dijî çapemaniya azad û rojnemevanên Kurd tên pêkanîn. Hêzên demokratîk, yên mafê mirovan li beramberî van êrişan bêdengin, bêdengî jî hevkarî ye. Di çapemeniya Başûrê Kurdistanê de êrişên li ser Başûrê Kurdistanê tê kirin rewa tê nîşan dan. Di heman demê de berxwedana gerîlayên azadiyê jî di çapemaniya Başûr de tê bervajî kirin. Ev yek jî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re berbiçav dike. PDK bi hemû awayî hevkariya dewleta Tirk dike. Ji derveyî xwe dixwaze partiya YNK û dewleta Iraqê jî bixe nava vê hevakariya xwe ya bi dewleta Tirk re. Ji bo ber bide gel, di çapemeniyê de mijarên sunî dike rojev. Ev yek civakê bêdeng û bêhelwest dike. Li kêleka van êrişan jî rojnemevanên çapemeniya azad ji bo ragihandina rastiya şer û dagirkeriya heyî têkoşînek dide meşandin. Em ji wek rojnemevanên çapemeniya azad dibêjin heta em hebin emê pêşengtî ji rastî û heqîqeta heyî re bikin.”