Li Dihokê cenazeyê jinek ciwan hate dîtin

NAVENDA NÛÇEYAN

Cenazeyê jinek ciwan di robarê Dêrelok ya ser bi navçeya Amêdiyê de, hate dîtin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, duh êvarî cenazeyê jinek ciwan di robarê Dêrelok ya ser bi navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê de hatiye dîtin.

Heman çavkaniyê ragihand ku temenê jina ciwan nêzî 30 saliye, lê derbarê nasnameyê de ti agahî nehatin bidestxistin. Hate gotin ku piştî cenaze hate dîtin, welatiyan polîsan agahdarkiriye. Derbarê bûyerê de lêkolîn hate destpêkirin.