Li navçeya Kelek 12 salin projeyek nehatiye temamkirin

DIHOK

Li navçeya Kelek a bi ser bajarokê Berdereş yê parêzgeha Dihokê, bi biryara walî beriya 12 salan dest bi projeyek ya çêkirina sahayek futbolê hate kirin, lê heta niha ev proje nîvî de maye û nehatiye temamkirin.

Beriya 12 salan li navçeya Kele bingehê sahayek ya futbolê hate danîn. Li gund gelek hezkiriyên futbolê hene û stadyum tune ye. Her wiha hinek werzişvan jî di klûbên Lîga Bilind a Kurdistanê de dilîzin. Lê ev 12 salin hîna ev projeya ku ji aliyê hikûmeta Herêmê ve bingehê wê hatî danîn nehatiye temamkirin.

Ev 37 salin Kelek weke navçe hatiye ragihandin, lê heta niha ti sahayek ya futbolê ji bo werzîşvanan nehatiye çêkirin. Vê yekê jî werzîşvan û hezkiriyên futbolê yên deverê xistiye nava fikaran û daxwaz ji hikûmetê dikin ku di warê pêdawîstiyên werzîşî de alîkariya navçeyê bikin vê projeya sahaya futbolê temam bikin. Ciwanên navçeya Kelekê di derbarê mijarê de ji Rojnews’ê re axivîn.

Ciwanê bi navê Dilzar Ehmed li ser bêxemiya hikûmetê û fikarên werzîşvanên navçeyê de axivî û wiha got: “Biryar bû di sala 2012’an de hikûmeta Herêmê sahayek futbolê ji bo me çêbike. Lê di nava van salên borî de tenê bi çend asinan çarçveya sahayê danîne û wiha hêlane. Çîmen û pêdawîstiyên din nehatine bi cih anîn ku em bikarin di nav de bileyîzin. Ji ber nebûna sahayek futbolê em neçar dibin biçin navçeyên din. Li navçeyê gelek heskirinên futbolê hene. Em bang li hikûmetê û aliyên peywendîdar dikin ku di demek zû de vê projeyê temam bikin.”

Ciwanek din ê navçeyê Tahîr Cemîl jî li ser heman mijarê axivî û wiha pê de çû: “Nebûna sahayekê gelek zehmetî ji bo heskiriyên futbolê derxistiye. Ji ber ku ji bo leyîstina futbolê rêyek 10 km rê diçin heta atrenman dikin. Paşguhkirina navçeyê di warê werzîşê de, bûye sedem ku di nava 12 salan de sahayek futbolê neyê temamkirin. Hikûmetê bi hinceta qeyrana darayî projeyê daye rawestandin. Lê niha ti qeyran nîne. Em nizanin çima li navçeyek wek Kelek hîna sahayek futbolê nîne. Ji bo wê daxwaz ji hikûmetê û aliyên peywendîdar dikin ku ev proje were temamkirin. Da ku em bikarin antrenman û perwerdeyên xwe yên werzîşî pêkbînin.”

Li ser mijarê Rojnews peywendî li gel Şaredarê Şaredariya navçeya Kelekê Yunis Şikur re çêkir û Yunis Şikur ragihand: “Ji ber destpêkirina şerê DAIŞ’ê û qeyrana darayî di wê demê de projeya sahaya futbolê rawestiya. Ji bo dubare destpêkirina vê projeyê, me nivîsek ji bo waliyê Dihokê şandiye. Ji budçeya geşepêdana parêzgehê tê plankirin ku sahaya futbolê ya navçeya Kelekê were temamkirin.”

(fk)