Çirûskên ku zilmata di nav şevekên zîndana Amedê de ronî kirin-II

NAVENDA NÛÇEYAN

Çar çiruskên ku bergek ji gotina ‘Teslîmiyet xiyanete, berxwedan serkeftine‘ li xwe kirîn, bi agirê bedena xwe zilmata ku bi ser şevekên zîndana Amedê de hatî ronîkirin û çaxek nû ya fedaîyan dan destpêkirin.

Di demek ku li Tirkiyeyê, ciwanan serîhildabûn û xwedî li reseniya xwe û welatê xwe derdiketin de, ji bo tepisandin û bêdengkirina dengê azadiyê, darbeyek leşkerî hate pêkanîn. Di 12’ê Îlona sala 1980’an de, li Tirkiyeyê dibin fermana Kenan Evren de darbeyek leşkerî hate pêkanîn.

Hêviya di dilê gel de û tirsa di dilê dagirkeran de

Di wan salan de li Kurdistanê û Tirkiyeyê tirsek di dilê rejîma Tirk a dagirker de mezin dibû. Her wiha bi wê tirsa dilê dijmin re, di nava dil û mejiyê ciwan û gelê azadîxwaz de jî hêviyek mezin dibû.

Di sala 1980’yan de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku ji aliyê çend ciwanan ve hatî avakirin, li her derê Kurdistanê hem ji aliyê gel ve û di heman demê de ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve hatibû nasandin. Ji xwe darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê ku ji aliyê Kenan Evren ve hatî pêkanîn jî, ji bo di hindir de tesfiyekirina vê tevgerê bû. Ji bo vê jî her tiştê, zagonên xwe, rêbazên xwe û siyaseta xwe gorî wê şêwedan. Piştî 12’ê Îlonê erişên li dijî PKK’ê destpê kirin û li zîndana Amedê ji bo tasfiyekirina vê tevgerê planên xwe yên taybet xistin meriyetê.

Pêvajoyek nû ya berxwedanê destpê kir

Ji bo vê jî hovek bi navê Esat Oktay Yildiran erkdarkiribûn. Bi hatina Esat Oktay Yildiran li zîndana Amedê, pêvajoyeke nû destpê kir. Êşkence di asta herî hov de bû. Ne li cîhanê û ne jî di dîroka mirovahiyê de emsalê vê êşkencê tune bû. Di dîrokê de êrişên wiha yên li dijî rûmeta mirovan pir kêm bû. Girtîgeha Amedê ji aliyekî ve veguherîbû navenda xiyanetê, ji aliyekî din ve jî, bûbû dojehek ya êşkenceyê. Lê ne ji derve ne jî hindir de kesê ji bo rawestandina vê hovitiyê tiştekê nedikir. Ji bo sekinandina vê hovîtiyê di Newroza 1982’an de Mazlum Dogan starta berxwedanê dabû. Bi sê çirûskên agir, banga ‘teslîmiyet mirov dibe xiyanetê, berxwedan jî dibe serkeftinê’ li rêhevalên xwe kir.

Peyama çalakiya Mazlûm Dogan gihîştibû kogûşa 33‘yan û li vê derê amedekariyek ji bo pêvajoyek nû ya berxwedanê destpê kir. Ji vê yekê re jî Ferhat Kurtay pêşengî dikir. Ferhat Kurtay di nava vê cihê ku xiyanetkar lê votka diavêtin de, li hin hevalan digeriya. Di demek wiha de her çiqas bawerî anîn zehmet bû jî Ferhat piştî çavdêriyek dem dirêj bi Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner re ketibû dewrê û dest bi amadekariya çalakiyê kirin.

17’ê Gulana 1982’yan Amed

Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner, di zîndana Amedê de li hemberê êşkenceyan û daxwaza cûntaya 12’ê Îlonê ku dixwest gelê Kurd di kesayetiya komeke êsîran de bêdeng bike agir bi bedena xwe xistin. Çar çiruskên ku bergek ji gotina ‘Teslîmiyet xiyanete, berxwedan serkeftine‘ li xwe kirîn, bi agirê bedena xwe zilmata ku bi ser şevekên zîndana Amedê de hatî ronîkirin û çaxek nû ya fedaîyan dan destpêkirin

Çar kesan, di 17’ê Gulana 1982’yan de di koşeyeke tarî ya kogûşa 33’yan de agir bera bedena xwe didin û yek ji çalakiya herî mezin a dîrokê li dar dixin.

Çaran bi gotina ‘Agir geş bikin, kî avê lê bike ew xayîn e’ bang li hevalên xwe kirin û bi vê nota li pey xwe hiştin, navê xwe li dîroka nêz a Kurdistanê nivîsandin: “Ev çalakî divê teqez bigihêje gel. Çalakî dewama çalakiya heval Mazlûm e. Em şopdarên Mazlûm in, divê çalakî rast bê fêhmkirin. Çalakiyek li dijî xiyanet, teslîmiyet û zextê ye.”

Çalakiya Çaran asta berxwedana zîndanê bilind kir, wê riya çalakî û berxwedanên ku wê di mehên bê de bên lidarxistin ronî bikira.

Çaran di sala 1982’an de peyama Mazlûm Dogan a ‘teslîmiyet mirovî dibe xiyanetê, berxwedan ji dibe serkeftinê’ girtibûn û bi ser ketibûn. Piştî şehadeta wan rihê berxwedanê li zîndanê belav bû. Piştre jî ev ruhê berxwedanê li çiya û nava metrepolan berbelav bû.

Çîroka jiyan û têkoşîna Çaran wiha ye:

Ferhat Kûrtay: Li gundê Xursê yê navçeya Qoserê ya Mêrdînê di sala 1949’an de ji dayik bû. Dibistanên seretayî, navîn û lîseyê li Qoserê û Mêrdînê xwend. Li Trabzonê dema ku li Fakulteya Endezyariyê beşa Endezyariya Elektrîkê dixwend, fikrên şoreşgerî nas kir. Piştre jî li Mêrdînê ji bo demekê endezyarî kir. Hingî kadroyên PKK’ê yên dihatin Mêrdînê nas kir û di demeke kurt de tevlî karên tevgerê bû. Cihê xwe di nava avakirina komîteyên amadekar ên rêxistiniya PKK’ê ya li herêma Mêrdînê de girt û karê belavkirina organên weşanê yên navendî bi cih anî. Di 23’ê Mijdara 1979’an de di encama îxbarekê de tevî M. Hayrî Dûrmûş li malekê hate girtin.

Necmî Oner: Li Çermûk a Amedê ji dayik bû. Dibistanên seretayî, navîn û lîseyê li vir qedand. Tevî ku berê nêzî DDKD’ê bû, piştî ku kadroyên PKK’ê li navçeyê nas kir, bi bandora van kadroyan tevlî kar bû. Li navçeyê cihê xwe di nava karên ciwanan de girt û ji bo girseyîbûna tevgerê bi roleke girîng rabû. Demeke kurt beriya ku bê girtin ji bo berpirsyariya ciwanan a komîteya amadekar a xwecihî hate wezîfedarkirin. Ji ber bûyereke li dibistanê di sala 1979’an de hate girtin.

Eşref Anyik: Li gundekî Wêranşarê di sala 1960’î de ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî xizan bû, tenê karîbû dibistana seretayî bixwîne. Ji ber rewşa malbata xwe ji zarokatî ve dest bi kar kir û tevî malbata xwe li Edeneyê weke karkerekî demsalî xebitî. Her wiha li metropolên Tirkiyeyê di karên cuda de kar kir. Anyik bi bandora têkoşînê ya li Hîlwanê tevlî nava refên PKK’ê bû. Di têkoşîna çekdarî ya dijî Suleymaniyan de di şerekî de hate girtin.

Mahmût Zengîn: Bi eslê xwe ji Sêweregê bû, lê ji ber ku kalkê wî li Hîlwanê dima piraniya jiyana xwe li Hîlwanê derbas kir. Dibistanên seretayî û navîn li vê derê xwend. Li Hîlwanê di sala 1978’an de bi bandora têkoşîna çekdarî ya li dijî Suleymaniyan de cihê xwe li nava refên Apoyiyan girt. Destpêkê tevlî nava karên ciwanan bû. Karên girseyî û propagandayê kir. Li bejahiya Hîlwan û Sêweregê di têkoşîna çekdarî ya dijî Suleymaniyan û Bûcakan de cih girt. Di vî şerî de 7’ê Tîrmeha 1979’an hate girtin û ew birin Girtîgeha Amedê.

(fk)

Ji Kaypakkaya heta Şeva Çaran: 18’ê Gulanê-I