ROJNEWS-ŞENGAL
Yekîtiya Jinên Ciwan yên Şegalê û Jinên Ciwan ên Têkoşer yên Başûrê Kurdistanê li Şengalê panêlek hevpar bi dirûşmeya, ‘Jin Jiyan Azadî, azad bike Rêbertî’ lidarxistin. Di panelê de azadiya fizîkî ya Rêber Apo, rewşa jinên ciwan û çend mijarên din guftûgo hate kirin.
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê di çarçoveya pêngava, ‘Jin Jiyan Azadî, serbixe azadî’ de li Şengalê bi hevpariya li gel Jinên Ciwan ên Têkoşer yên Başûrê Kurdistanê bi dirûşmeya, ‘Jin Jiyan Azadî, Azad bike Rêbertî’ panelek rêxistin kir. Di panelê de sînevîzyon li ser têkoşîna Rêber Apo hate temaşekirin û semînerek li ser mijarê hate dayîn. Her wiha li ser nasnameya jinên ciwan jî semîner hate dayîn.
‘Yên Rêber Apo nas dikin dikarin li ser lingê xwe bisekinin’
Endama Komîteya Diplomasiya Jinên Êzidî Ferîde Şangalî behsa têkoşîna jinan kir û wiha got: “Mirovên ku fikrên Serok Apo nas kiribin dikarin li ser lingên xwe rawestin. Tecrîdekî giran li ser Serok Apo heye nahêlin em agahî jê bigrin. Tirsa wan ji fikrên azad heye. Erka me ew e weke jinên ciwan em pêşengiya azadiya fizîkî ya Serok Apo bikin.”
‘Pêşketina jinên Êzidî ji saya fikrê Rêber Apo ye’
Ferîde Şengalî di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku ew bi fikrê Rêberê Gelê Kurd xwe perwerde dikin û pêşengiyê dikin û wiha got: “Serok dibêje baweriya min bi fikir û hêza jina azad û rast heye. Divê em bibin ew jina ku Serok behs dike. Gelek nirxandinên Serok Apo yên li Îmraliyê li ser jina Êzidî hene. Em hemû dizanin ku îro gava ku jinên Êzidî davêjin û pêşengiyê dikin, bi fikirên Serok Apo ne. Em jî wê bibin hêz û bersiv ji Serok Apo re. Bi hezaran gerîlayên jin ked dan û şehîd ketin, hemû ji bo avakirina jiyana azad û bi aram e.”
‘Jinên li kampên Başûr dimînin rewşa wan xira be’
Ferîde di dawiyê de da zanîn ku li dervî welat pişaftin heye û divê jin li dijî wê bibin hêz û wiha got: “Îro TAJÊ deng û rengê hemû jinan e. Cihê hêvî û baweriya hemû jinên Êzidî ye. Ew jî bi fikrên Serok Apo ye. Serok dibêje hûn biçin ku derê jî çand û baweriya xwe biparêzin. Lê mixabin îro em dibînin ku kesekî derveyî welat nizane ziman û çanda xwe. Li kampên Başûr dimînin rewşa wan jî pir xirab e, li wir çand û baweriya me têk diçe. Bi riya medyaya dîjîtal jinan ber bi riyên xirab û xeter ve dibin. Divê îro em bibin deng û rengê hemû jinan, em bibin hêz ji wan re. Em jinên ciwan cihê hêvî û baweriya civakê ne.”
‘Jinên ciwan pêşengên civakê ne’
Endama Jinên Ciwan Emîra Zozan jî li ser nasnameya jinan axivî û got: “Jinên ciwan xwedî du nasname ne, jinên ciwan û jin. Em weke jinên ciwan pêşengên civakê ne. Divê em têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin ku li hemberî şerê taybet bisekinin. Li kampan zilim li jinên ciwan tê kirin. Pêwîste em bibin hêz û li hemberî wê zilmê bisekinin. Ji ber ku em xwediyên fikir û felsefeya azad in. Em pêşeng in. Divê jinên Êzidî fermanê ji bîr nekin. Ji ber ku yên di fermanê de hat kirîn û firotin jinên ciwan bûn, yên êş kişandin jî jinên ciwan bûn yên ku wê tolê rakin jî jinên ciwan in. Jin wê xwe birêxistin bikin, perwerde bikin û bibin xwedî zanebûneke mezin.”
(fk)