Çekdarên Seraya Selamî êrişî hêzên Iraqê kirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya Iraqê çekdarên Seraya Selamî ku ser bi Muqteda El Sedirin, êrişî navendek Têkoşîna Dijî Suc ya li bajarokê Şetil Ereb ya li parêzgeha Besrayê kirine.

Li gorî medya Iraqê çekdarên Seraya Selamî ku ser bi Muqteda El Sedirin, êrişî navendek Têkoşîna Dijî Sucan ya li bajarokê Şetil Ereb ya li Besrayê kirine.

Çavkaniyê ragihand ku piştî serde girtinê di navbera çekdar û hêzên ewlekariyê de şer derketiye, piştî tîmên fermandariya Operasyonên Besra gihiştine cihê buyerê, çekdar reviyane.

Hate gotin ku bajarok niha ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye dorpêçkirin û ji bo girtina çekdaran operasyona hatiye destpêkirin.