Di robarê Çoman de du kes xeniqîn

NAVENDA NÛÇEYAN

Bav û kur di robarê bajarokê Çoman de xeniqîn, tê gotin cenzeyek hate dîtin, yek jî hîn windaye.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, piştî nîvro zilamek tevî kurê xwe ji bo geştê çûbûn ser robarê mezin yê bajarokê Çoman ya li nêzî Gundê Gelale ya Silêmaniyê. Hate zanîn ku bav tevî kurê xwe di robar de xeniqîne.

Li gorî agahiyên ji şahidan hatine standin, bavê ku xwest kurê xwe ji avê rizgar bike, tevî kurê xwe di avê de xeniqîne. Tê gotin kesên xeniqîne xelkê Hewlêrêne.

Heman çavkaniyan ragihandin ku cenazeyê zilamê ku nehat zanîn navê wî çiye hatiye dîtin, lê cenazeyê din hîn jî nehatiye dîtin.