Panela jinên ciwan bidawî bû: Armanca me ya sereke azadiya Rêber Apo ye

ŞENGAL-ROJNEWS

Panela Yekîtiya Jinên Ciwan û Jinên Ciwan ên Tekoşer yên Başûrê Kurdistanê ku  li navenda Şengalê bi dirûşmeya, ‘Jin Jiyan Azadî, azad bike Rêbertî’ hate lidarxistin, piştî nirxandinên berfireh ên li ser bandora fikrê Rêber Apo bidawî bû û berpirsyariya jinên ciwan di bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo de hate bibîrxistin.

Îro danê sibehê paneleke hevpar a Jinên Ciwan ên Şengalê û Jinên Ciwan ên Têkoşer yên Başûrê Kurdistanê li Kafeteryaya Roj a navenda Şengalê hate lidarxistin. Hem ji TAJÊ hem jî ji YJŞ’ê tevlî bûn ji panela jinên ciwan re çêbû. Di panêlê de semînerên li ser bandora fikrê Rêber Apo li ser jinên ciwan û rewşa jinên ciwan hate destgirtin. Di panela rojek dirêj kir de bi taybet îşaret bi girîngiya bilindkirina têkoşîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo hate kirin û berpirsyariyên ciwanan ên di pêşvebirina pêngava azadiya fizîkî ya Rêber Apo de hate bibîrxistin.

Danê berê nîvro Ferîde Şengalî û Emîra Zozan semîner dan, di rûniştina piştî nîvoro de jî Hilwa Feqîr  li ser navê Meclîsa Şengalê semînerek li ser azadiya fizîkî ya Rêber Apo û rola jinên Êzidî da.

Endama Meclîsa Şengalê Hilwa Feqîr semînera pêngava azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan da û wiha axivî: “Serok APO ji zarokatiya xwe de zêhniyeta ku civakê birêve dibe û zilmê lê dike dît û li hemberî wê jî şer kir. Koletiya jin qebûl nekir û li hemberî wê serî rakir, ta ku tekoşîn û berxwedaniya Serok heta roja îroj hat.  Serok li hemberî hemû tunebûn û zilmê sekinî. Her kesekî ku fikrê serok nas kir li hemberî dewleta desthilatdar ya Tirk serî rakirin û bûn hêz.”

Li ser navê Jinên ciwan ên Tekoşer yên Başûrê Kurdistanê Şatû Mihemed jî axaftin kir û got: “Di nava civaka me de pir guhertin çêbûn.  Xwestin bi rêya ziman, çand û gelek şêweyên cuda me têk bibin. Dixwazin bi rêya medya mecazî ciwanan tine bikin. Lê rêya azadî û xweparastinê me bi fikrê serok APO nas kir. Me fam kir ku tenê bi rêya jiyana netewa demokratîk em karin jiyanek aram ava bikin û xwe ji hemû ferman û tunebûnê biparêzin.”

Endama Fermandariya Şengalê Jiyanda Êzîdxan jî di panêlê de axivî û balkêşa li ser van xalan:”Îro ger ku em weke jinên ciwan kom bûne û tecrîda li ser Serok dinirxînin, paneleke ew qas bihêz em lidar dixin ev nîşaneya hêza me ye û gav avêtina me jina ye. Ger ku berê hêzeke me weke YJŞ yan yekîtiya me ciwanan heba wê tucarî ferman nehata serê civaka me. Fermana ku me jiyan kir em tu carî jibîr nakin. Îro her ciwanekî ku livir rûniştiye xwedî nerîn û fikrekê ye ji bo Serok Apo. Ev fikrandinekî pîroze.”

Jiyanda di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku tekoşîna Îmraliyê ji ya civakê ne qute û wiha got: “Tecrîda ku li ser serok Apo tê meşandin, îro li ser me jî tê meşandin. Tişta ku li wir tê jiyan kirin ne kême û em jê ne dûrin. Armanca dagirkeran ewe ku Serok Apo ji me dûr bixin. Lê wê tucarî negihîje armanca xwe. Serok Apo li Îmraliyê tekoşîn dike em jî li vir bi wî fikirî tekoşîn dikin.”

Endama Yekîtiya Jinên Şengalê Hela Şengalî axîvî û da zanîn ewê ji bo azadiya fîzîkî Abdullah Ocalan tekoşîn bikin û wiha got: “Îro ev kombûna me bi fikirê serok Apo ye, em çi jî bikin ji bo serok Apo kême. Emê xwe perwerde bikin û xwe birêxistin bikin û hemû jinên ciwan jî bixwe re ber bi pêşve bibin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Serok Apo emê tekoşîn bikin. Ta ku em Serok Apo li Şengalê di nava xwe de bibînin.”

Endama Koordînasyona Jinên Ciwan ya Şengalê Evesta Şengalî di dawiya panêlê de axivî û wiha got: “Armanca me ya sereke ji vê panêlê azadiya fîzîkî ya serok Apo ye. Tevî hemû şerê taybet jî jinên ciwan liber xwe didin û tekoşîna azadiyê dikin. Armanca serok Apo jin bibe xwedî îrade û hêz, Serok Apo rêyeke azad da jinê. Em dikarin bi vî fikrê û bi vê rêyê de biçin û jiyana azad bijîn. Serok Apo hemû tişt da me, divê em jî bi erkê xwe rabin.”

Panêl bi dirûşmên `Bê serok jiyan nabe` û `Jin Jiyan Azadî` bi dawî bû.

(me/wd)

Jinên ciwan ên Êzidî û Başûrê Kurdistanê panelek hevpar lidarxistin