NAVEND ANÛÇEYA
Wezîrê Neftê yê Iraqê da zanîn ku li gorî lihevkirina di navbera Herêm û Bexdayê de, Herêm neftê radestî Bexdayê neke, wê mûçe jî neyê şandin.
Wezîrê Neftê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî ji medya Iraqê re derbarê radestkirina nefta herêmê de axivî.
Heyan da zanîn ku li gorî lihevkirina di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de, eger Hikumeta Herêmê neftê radestî neke, wê mûçe ji Bexdayê neyê şandin û got; “Pêwîst bû Herêm rojane 375 hezar bermêl neft radestî kompanyaya Somo bikir ba, lê heya niha ev neft nehatiye radestkirin.”
Wezîrê Neftê derbarê mijara bûdceya herêmê de jî got; “Heya niha Herêmê ti lihevkirinek neftê radestî Bexdayê nekiriye.”
Hêjayî gotinê ye di rojên borî de, rayedarên PDK’ê digotin ku derbarê dosya neft û mûçe de bi Bexdayê re lihevkirine. Herwiha dan zanîn ku bi Bexdayê re lihevkirine û wê di demek nêzîk de hinardekirina nefta herêmê birêya Somo destpê bike, lê Wezîrê Neftê hemû daxuyaniyên rayedarên herêmê derewand.