Li Bexdayê 38 tometbar hatin binçavkirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Operasyonên Bexdayê ragihand ku di nava 24 saetan de li 12 navçeyên Kerix û Resafe 38 kesên ku dihatin lêgerîn bi tometên cuda yên weke bazirganiya madeyên hişber, hilgirtina çekên bê destûr û derxistina şer û nakokiyan hatin binçavkirin.

Fermandariya Operasyonên Bexdayê ragihand ku di nava 24 saetan de li 12 navçeyên Kerix û Resafe yên sînorê Bexdayê 38 kesên ku dihatin lêgerîn bi tometên cuda hatine binçavkirin.

Her wiha hate diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin bi tometên weke bazirganiya madeyên hişber, hilgirtina çekên bê destûr û derxistina şer û nakokiyan hatine binçavkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di operasyonê de li gel tometbaran hinek çek, teqemenî û kelûpelên qedexekirî hatin desteserkirin.

Herî dawî hate ragihandin ku tometbar radestî aliyên peywendîdar kirine û wê li gorî yasayê werin darizandin.

(fk)