Cebar Yawer: PDK hêcetan ji êrişên dewleta Tirk re nîşan dide

SILÊMANÎ

Emîndarê Berê yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer di derbarê îdia û derewên çapemeniya PDK’ê ya li ser parêzgeha Silêmaniyê de axivî û got: “Tişta ku rojnameya PDK’ê behskirî ji rastiyê dûre. Ev tişt ji bo teşwîqkirina Tirkiye tê kirin daku zêdetir Herêma Kurdistanê bomebaran bike ku piraniya caran sivîlan li Silêmaniyê dike hedef.”

Di rojên borî de rojnameya Xebat a PDK’ê, mijarek ku MÎT û Parastinê bi hevre amadekiriye weşand. Armanca weşandina mijarê hêcet derxistin û rewa nîşandana êrişên dewleta Tirk ên li ser parêzgeha Silêmaniyê û welatiyên sivîl bû.

Di çarçoveya nerazîbûn û bertekên li dijî van derew û îdiayan de, Emîndarê Berê yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji çapemeniyê re axivî û bersiva van derewên rojnama PDK’ê da.

Cebar Yawer got: “Tometbarkirina Silêmaniyê bi îdiaya ku Silêmanî ji bo PKK’ê bûye cihê perwerdê gelek tirsnake, gelek dûrî rastiyê ye. Hemû aliyek dizane bi taybetî li parêzgeha Silêmaniyê ti bingeh û baregehek ya PKK’ê nîne.”

Di dewamê de Yawer got: “Hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistan, Bexda û Tirkye bi xwe jî dizane ku baregeh û navendên PKK’ê li ser sinorên Iraq û Tirkiye ye. Hemû alî dizanin ku PKK li kîjan deverane. Ji ber wê ti baregeh û navendeke PKK’ê ne eşkere nejî veşartî li bajarê Silêmaniyê de nîne. Heta ti baregehek wan a siyasî jî li Silêmaniyê nîne.”

Di dewamê de Cebar Yawer destnîşankir ku ev tometbarî dibin sedema metirsiyek mezin li ser canê welatiyên sivîl çêbe û got: “Ev dikeve di çarçoveya teşwîqkirina dewleta Tirk a ji bo zedetir xaka Herêma Kurdistanê bombebaran bike de.”

Emîndarê Berê yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer diyarkir ku her kes dizane 24 saetan dironên dewleta Tirk li ser asîmanê Herêmê digerin û got: “Gelek caran bi kûrahiya 300 kîlometran tên nav xaka herêmê û gelek caran welatiyên sivîl hedef digrin û dibin qurbanî.”

Her wiha Cebar Yawer got: “PDK li şuna ku YNK’ê tometbar bike, bila were bihevre rûnin daku bizanin wê çawan çareseriyek ji  pirsgirêkên herêmê re bibînin. Bila stratejiyek hevbeş ji bo Herêm û çawaniya danûstandinên li gel Iraq, Tirkiye û Îranê daynin, neku hevûdû tometbar bikin.”

(kş)