Welatiyên Silêmaniyê: Ocalan Kurdan ji tinebûnê parast

SILÊMANÎ

Welatiyên Silêmaniyê li ser tecrîda li ser Rêber Ocalan û cezakirina bi dehan sal a siyasetmedarên Kurd gotin: “Ocalan Kurdan ji tenebûnê parast. Tişta ku niha li Tirkiye rû dide, ne dadgehe, hikmek dîkdatoriye. Ji berku ew siyasetmedar şoreşger û Kurdperwer bûn, hatin cezakirin.”

Dewleta Tirk a dagirker piştî binketinên xwe yên berdewam ên di êriş û operasyonên ji bo tinekirina Kurdan de, bi tecrîdkirina Rêber Ocalan û dayîna sedan sal cezayê girtîgehê li siyasetmedarên Kurd, bi hemû rê û rêbazan hewl dide nefesê li Kurdan teng bike.

Welatiyên Silêmaniyê di derbarê tecrîda li ser Rêber Ocalan û biryara dadgeha dewleta Tirk a li ser doza Kobanê ku bi dehan sal ceza li siyasetmedarên Kurd birî, ji ajansa me re axivîn.

Welatiyê bi navê Dilşad Mihemed li ser biryarên dadgeha dewleta Tirk got: “Tişta ku niha li Tirkiye rû dide, ne dadgehe, hikmek dîkdatoriye. Mixabin yên ku hatine cezakirin ewin yên ku piştgiriya Kobanê û dijbertiya çeteyên DAIŞ’ê kirin bûn. Ji berku ew kesên şoreşger û Kurdperwer bûn.”

Dilşad Mihemed da zanîn ku wê dewleta Tirk bi van hewldanan negihe armanca xwe û got: “Niha bi hezaran Selahedîn Demirtaş hene. Bi vê biryarê nikarin dawî li Kurdan bînin. Tişta ku dewleta Tirk dike xelete, ji berku ti demê wê bi şer negihe encamê.”

Di derbarê tecrîda li ser Rêber Ocalan de jî Dilşad Mihemed wiha axivî: “Birêz Ocalan ku bi salane rêberê gele, kes nikare bibîne û serdana wî bike. Heta parêzer jî nikarin hevdîtinê li gel de bikin. Vê yekê li cem Kurdan û gelên azadîxwaz fikar zêdekirine. Dewleta Tirk wê bi vî rengî hîn zêdetir têk biçe, çawan ku me dît Erdogan di hilbijartina şaredariyan de binkeft. Dîkdatoriya ku Erdogan dest pêkiriye, wê dawî li partiya xwe û Tirkiye bîne.”

Welatiyê bi navê Serwer Zindanî jî îşaret bi cezayên ku dadgeha Tirk li siyasetmedarên Kurd birî kir û got: “Her ev bendewarî ji sîstema faşîst a dewleta Tirk dihat kirin. Dewleta Tirk ji dema Ataturk ta îro Kurdan înkar dike. Tirkiye ber bi xirabûnê ve diçe.”

Serwer Zindanî têkildarî berxwedana gerîlayên azadiyê ya li beramberî artêşa Tirk a dagirker jî got: “Bandora PKK’ê li ser her çar parçeyên Kurdistanê heye. Dewleta Tirk hertim bi rêya kirêgirtiyên xwe hewl dide PKK’ê tine bike. Tişta ku dewleta Tirk dike, taybetmendiya sîstema şikestî ya Îslamiye. Dixwazin ev hêza Kurdan nemîne, ji berku PKK take hêze armancên gelê Kurd bicih bîne.”

Li ser bandora Rêber Ocalan a li ser gelê Kurd jî Serwer Zindanî wiha axivî: “Dijminên Kurdan ji pêşketina gelê Kurd acizin. Gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê ber bi tinebûnê ve diçû, birêz Ocalan derket. Di rojên borî de şêxekî Ereban îtiraf bi wê yekê dikir ku Ocalan dikare rêbertiyê ji hemû Rojhilata Navîn re bike. Ji berku fikrên Ocalan hemû sinoran derbas kiriye.”

(kş)