Hilbijartina serokê nû yê Parlamentoya Iraqê ma ji tora duyemîn re

NAVENDA NÛÇEYAN

Di hilbijartina serokê nû yê Parlamentoya Iraqê de, Salim Îsawî 158 û Mehmûd Meşhedanî 137 deng bidest xistin, lê tu namzetan nekarî bi van dengan bibe serokê nû yê Parlamentoya Iraqê.

Îro êvarê bi amadebûna 183 parlamenteran, li Parlamentoya Iraqê hilbijartina ji bo diyarkirina serokê nû yê parlamentoyê destpê kir.

Divê namzetê ku bikaribe postê serokê parlamentoyê bidest bixe bi kêmî 166 dengan bidest bixe. Lê di tora yekemînya hilbijartinê tu ji namzetan nekarîn dengên pêwîst bidest bixin. Di tora yekemîn ya dengdanê de namzetên Serokê Parlamentoya Iraqê Salim Îsawî 158 deng û Mihemed Meşhedanî jî 137 deng bidest xistin.

Hilbijartina serokê nû yê Parlamentoya Iraqê derbazî tora duyemîn bû. Wê di tora duyemîn de namzetê serdikeve bibe serokê nû yê parlamentoyê. Tê payîn ku tora duyemîn ya dengdanê îşev yan jî sibê bê kirin.

(wd)