Ji ber aloziyê hilbijartina serokê nû yê parlamentoyê pêknehat

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku di tora yekemîn ya dengdana hilbijartina serokê nû yê Parlamentoya Iraqê de tu namzetan nekarîn dengên pêwîst bidest bixin, di navbera parlamenteran de alozî derket û rûniştina tora duyemîn ha paşxistin.

Navenda Ragihandinê ya Parlamentoya Iraqê ragihand ku rûniştina taybet ya îro ya ji bo hilbijartina serokê nû yê parlamentoyê ji ber derketina alozî û gengeşeya di navbera parlamenterên aliyan de ji bo demek din hat paşxistin.

Di rûniştina îro ya ji bo hilbijartina serokê nû yê Parlamentoya Iraqê de du namzet ketin pêşbaziyê û di encamê de namzetê Hevpeymaniya Xezim Salim Îsawî 185 deng û namzetê Hevpeymaniya Teqedûm Mehmûd Meşhedanî 137 deng bidest xistin. Lê di tora yekemîn ya dengdanê de divê namzetê serkeftî herî kêm ji sedî 66’ê dengên parlamentoyê bidest bixe ku bikaribe bibe serokê nû yê parlamentoyê.

Di tora yekemîn de ji ber ku tu namzetan nekarî dengên pêwîst bidest bixin, hilbijartina serokê nû yê parlamentoyê ma ji tora duyemîn re, lê ji ber derketina gengeşe û aloziyê di navbera parlamenterên aliyan de, dengdan ji bo demek nediyar hat paşxistin.

(wd)