NAVENDA NÛÇEYAN
Projeya Erdogan ya ku xewna serkeftina DAIŞ’ê û komploya têkbirina Kobanê bû, bi têkoşîn û berxwedana şervan û gerîlayan têk çû. Ji ber ku Erdogan hîn zû got “Kobanê ket û DAIŞ bi ser ket”. Lê şervan û gerîlayan xeyala vala ya Erdogan ya DAIŞ’ê têk birin. Piştre ji bo tolhildana têkçûna Erdogan, doza Kobanê li dadgehên xwe yên qirkirinê vekir.
Erdogan êşa dîrokî ya ku şervan û gerîlayan li Kobanê bi wî da kişandin ji bîr nekir. Ji ber vê yekê ji bo Kurdan dadgeheke sûc û qirkirinê ava kir. Lê ji bîr kiriye ku hê jî çiya, meydan û kuçeyên Kurdistanê bi milyonan tijî ne. Demîrtaş, Ahmet Turk û Yuksekdag bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan têkoşîna xwe mezin dikin.
Erdoganê ku di hilbijartina dawî de têk çû ku ev jî şansê wî yê dawî yê mayînê bû. Niha jî dixwaze beriya ku biçe, Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd bixe nava lepên faşîst û li Tirkiyeyê demokrasî û siyaseta xwe bike girtîgeh û tarîstan.
Biryara dayîna cezayê girtîgehê ji siyasetmedarên Kurd yên di Doza Kobanê de hate dayîn de bi awayek zelal û eşkere careke din zêhniyeta dewleta faşîst ya li dijî gelê Kurd derxist holê. Ji ber ku ev cezayên li siyasetmedarên Kurd hatiye birîn tu aliyê wê yê hiqûqî û destûrî tune ye. Ji ber ku ev cezayên ku li wan hatine birîn di tu bendên destûrî û yasayî yên Tirkiyeyê de nîne û ji bo vê doza siyasî û qirkirina gelê Kurd ev cezaye hatine derxistin.
Doza Kobanê li ber çavê gelê Kurd, azadîxwaz, welatparê, demokrat û hiqûqnasan dozeke şermezariyê ye û tu rewatiya wê nîne. Bi van biryaran Kobanê wê zêdetir bibe cihê têkbirina zêhniyeta tundrew, îslama siyasî û faşîzmê. Herwiha ew kesên ku hatine cezakirin li ber çavê Kurd û cîhanê wan mezintir û wêrektir dike.
Dewleta faşîst ya AKP-MHP’ê di bin navê hiqûq û destûrê de siyaseta qirkirina gelê Kurd birêve dibe. Ev yek jî bûye sedem ku tu biha û qîmetek ya yasa û dadgeh û dadperweriyê li Tirkiyeyê nehatiye hiştin ku ev jî nîşanên henaseyên dawiyê yên desthilta qirker û xwedî zêhniyeta faşîst ya AKP-MHP’ê ne. Lê gelê Kurd weke kevneşopiyek ya berxwedana Zîndana Amedê ya di salên 80’yê de ku girtîgeh ji aliyê kadroyên pêşeng yên PKK’ê ve vegeriya qada mezinkirina têkoşîn û berxwedanê, niha jî gelê Kurd li ser wê kevneşopiyê girtîgeh vegerandine cihê mezinkirina têkoşîna azadiyê.
Çawa ku Kobanê sembola têkçûna Erdogan û hevkarê wî DAIŞ’ê ye, cezayên dadgehê yê ji siyasetmedarên Kurd re jî dîsa sembola girîngiya têkoşîn, pergala demokratîk û felsefeya Rêber Ocalan’e. Ji ber vê yekê eger Doza Kobanî ji bo dewleta faşîst ya hikûmeta AKP û MHP’ê cezayeke bi dehan salane ji bo siyasetmedar rêveberên siyasî yên Kurd be, ji bo gelê Kurd jî tê wateya xurtkirin û israra li ser nirxên ku Rêber Ocalan 25 sal û û 38 mehin di bin tecrîda girankirî de têdikoşe ye.
Biryarên di Doza Kobanê de hatin dayîn rastiya rûreş ya Erdogan û desthilata wî ya qirker AKP’ê careke din eşkere kir. Ev bêdadî û dadgehên robotîk yên li ser destê Erdogan, nêzîkatiya AKP û MHP’ê ya li hemberî gelê Kurd nîşan dide. Li ser vê bingehê erkê Kurd yê ji bo xurtkirin, bihêzkirin û berfirehkirina têkoşîna mezintir û ferztir dike
(wd)