ROJEVA 19.05.2024

NAVENDA NÛÇEYAN

-208 rojin ti agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin.

-Îro salvegera parlamentoya Herêma Kurdistanê ye.

-Nerazîbûnê dijî biryarên Doza Kobanê dewam dikin.

-Newşîrwan Mistefa wê li ser gora xwe were bîranîn.

-Carek din serokê nû yê parlamentoya Iraqê nehate hilbijartin.

-Xebatên ji bo azadiya Rêber Ocalan didomin.

-Êrişên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin.

-Gerîlayên Azadiyê Kurdistanê diparêzin.

-Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Ferîde Şengalî diyar kir pêngava wan ya bidirûşmeya, ‘Li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ ji bo jinên Êzidî destpêkiribe jî ji bo hemû jinane û got: “Ev pêngava me hem di asta Iraqê de hem jî di asta gerdûnî de piştgirî dibîne. Em hewl didin bi vê pêngavê têkoşîna jinên Êzidî bi cîhanê bidin nasîn, jenosîda Êzidiyan bidin qebûlkirin û Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên wê yên parastinê di asta cîhanê were naskirin. Heya niha 15 rêxistinên jin ên Iraqî piştgiriyê didin vê xebata me.”

-Projeya Erdogan ya ku xewna serkeftina DAIŞ’ê û komploya têkbirina Kobanê bû, bi têkoşîn û berxwedana şervan û gerîlayan têk çû. Ji ber ku Erdogan hîn zû got “Kobanê ket û DAIŞ bi ser ket”. Lê şervan û gerîlayan xeyala vala ya Erdogan ya DAIŞ’ê têk birin. Piştre ji bo tolhildana têkçûna Erdogan, doza Kobanê li dadgehên xwe yên qirkirinê vekir.

-Welatiyên Silêmaniyê li ser tecrîda li ser Rêber Ocalan û cezakirina bi dehan sal a siyasetmedarên Kurd gotin: “Ocalan Kurdan ji tenebûnê parast. Tişta ku niha li Tirkiye rû dide, ne dadgehe, hikmek dîkdatoriye. Ji berku ew siyasetmedar şoreşger û Kurdperwer bûn, hatin cezakirin.”

-Jinên Helebceyî di hemû waran de xwedî jêhatin û kedeke mezin in. Her wiha bi hunera xwe ya dest re hewl didin nasnameya xwe ya Kurdewarî û jinbûna xwe biparêzin û nîşanî civaka xwe bidin.

-Êrişên dewleta Tirk a dagirker roj bi roj zêdetir dibin û dewleta Tirk dixwaze tevahî Başûrê Kurdistanê dagir bike. Çavdêrê siyasî Hîwa Seîd got ku wê xewn û xeyala dewleta Tirk pêkneyê, pêwîste dev ji vê siyaseta binketî û zindikirina Mîsaqî Milî berdin. Hîwa bang li partiyên siyasî jî kir ku bibin yek da ku xebata nîştimanî ya Gelê Kurd bigihi armanca xwe.