Bazara Qeyserî Xaneqîn ya li Kerkûkê şewitî

NAVENDA NÛÇEYAN

Danê siharê agir bi bazara Qeyserî Xaneqîn ya li Kerkûkê ket, tê gotin bazar hemû şewitiye. Li gorî esnaf dibêjin, nêzî 150 dikan hebûn û ziyanek mezin çêbûye.

Danê siharê agir bi bazara Qeyserî Xaneqîn ya li Kerkûkê ket, tê gotin hemû dikanên di bazarê de şewitîne û ziyanek mezin ya madî çêbûye.

Li gorî esnafan 150 dikan libazarê hebûn. Esnaf dibêjin Rêveberiya Parastina Şaristanî dibêje, agir ji ber temasa ceyranê çêbûye. Piştî demekê agir hate vemirandin.

Derbarê bûyerê de heya niha di daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.