Çeteyek DAIŞ’ê piştî 5 salan li Tirkiyeyê ma, li Herêma Kurdistanê hate girtin

NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyê DAIŞ’ê yê binavê Soqrat Xelîl ku wekî Ebdula Eltefxîx dihate naskirin, li Herêma Kurdistanê hate girtin. Çeteyê DAIŞ’ê 5 sal li Tirkiyeyê mabû.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê beriya du rojan girtina çeteyek DAIŞ’ê yê bi navê Soqrat Xelîl ku wekî Ebdula Eltefxîx tê naskirin ragihand.

Tê gotin çeteyê hatî girtin çeteyek nêzî xelîfeyê DAIŞ’ê Baxdadî bû û di gelek operasyonan de hatiye wezîfedarkirin.

Li gorî daxuyaniya encûmenê çeteyê DAIŞ’ê di dema dagirkirina Musilê de rolek mezin leyistiye.

Li gorî agahiyan çeteyê DAIŞ’ê Soqrat Xelîl piştî 5 salan li Tirkiyeyê ma, bi pasaporta sexte derbasî Herêma Kurdistanê bibû.