NAVENDA NÛÇEYAN
Endamê Lijneya Koç û Koçberan ya li parlamentoya Iraqê Şerîf Silêman da zanîn ku li Iraqê milyonek penaber di nav wargeh û dervey wargehan de hene.
Endamê Lijneya Koç û Koçberan ya li parlamentoya Iraqê Şerîf Silêman derbarê hejmara penaberên li Iraqê de ji medya Iraqê re axivî.
Li gorî Şerîf hejmara penaberên ji dervey wargehan, ji yên di wargehan de jiyan dikin zêdetire û got; “Ji bov ê jî bigiştî di navbera 800 hezar û heya milyonek penaber li Iraqê di nav wargeh û dervey wargehan de hene.”
Şerîf got ku hinek penaber di wargehên li Herêma Kurdistanê de niştecih bûne, hinek jî li Nînova, Enbar, Bexda û parêzgehên din ên Iraqê bicih bûne. Şerîf ragihand ji ber ji bo penaberan pêngavên cidî nehatine avêtin, deh salin pirsgirêka penaberan nehatiye çareserkirin.