Li Sergeran pirsgirêkek din serîhildide

BIRWA ESHED

Pirsgirêkên li Sergeran a dikeve başûrê Kerkûkê berdewamin. Yek ji cotyarên deverê ragihand ku ger biryarên rejîma Bees’ê neyên hilweşandin wê pirsgirêk berdewam bin.

Ji ber ku zeviyên çandiniyê yên li navçeya Sergeran di plana çandiniyê de nehatine qeydkirin, cotyar bi fikarin ku sîlo genimên wan negire. Ji ber ku di encama Erebkirinê (Te’rîb) û astengiyên berdewam ên artêşê de, heta niha biryarên encûmena desthilata rejîma Bees’ê nehatine betalkirin.

Nûnerê cotyarên Sergeran Mihemed Sergeranî di derbarê mijarê de ji Rojnews’ê re diyar kir ku heta madeya 140 neyê pêkanîn, pirsgirêk wê mezintir bibin û wiha got: “Piştî serdana şandeya Parlamentoya Iraqê, me dest bi dirûnê kir. Erebên hawirde ji herêmê derketine û ew konên ku li dijî me ji bo astengkirina dirûna genim hatîn danîn jî rakirine. Ev sê rojin em genim didûrin. Lê ev çareserî demkîne. Divê biryarên Meclisa Rêveber a Sewre ya rejîma Bees’ê bên betalkirin. Ev yek jî divê li Parlamentoya Iraqê were pêkanîn. Li gel vê madeya 29 ya biryara Serokwezîrê Iraqê ya li ser peymana erebên hawirde û vegerandina zeviyên çandiniyê ji bo xwediyê wan û madeya 140 jî werin pêkanîn.”

Mihemed Sergeranî di dewamê de qala pirsgirêkek din ya cotyaran kir û wiha anî ziman: “Ji ber pirsgirêkên berdewam ên li sînorê me, heta niha zeviyên çandiniyê di plana çandiniyê de nehatine qeydkirin. Ev yek jî metirsî çêdike ku sîlo genimên wan negirin. Ger sîlo genimên me negire, mecbûrin di bazara reş de bi nirxek kêm bifiroşin. Eve jî ziyanek mezin wê bide me. Me gelek hewldaye, lê heta niha ti biryar ji bo wergirtinê nehatiye dayîn.”

(fk)