Agahî ji Serokkomarê Îranê nayê girtin

NAVENDA NÛÇEYAN

Heta niha tîmên rizgarkirinê negihiştine cihê ketina helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî. Berpirsên Îranê diyar dikin ku agahî ji rewşa serokkomar û wezîrê karên derve nayê girtin û bi fikarin.

Di saetên êvarî de Ajansa Tesnîm a Îranê ragihand helîkoptera ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî vediguhest Azerbaycana Rojhilat di rêde qeza kir û ket xwarê.

Hat diyarkirin ku di konvoya serokkomarê Îranê de sê helîkopter hebûn. Du ji helîkopterên ku hinek wezîr û berpirs têde bûn, bi awayek ewle gihiştine cihê xwe. Lê helîkoptera ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdulahyan û Îmamê Tebrîzê Ayetullah Haşimî têde bûn, di rêde qeza kiriye û ketiye xwarê.

Di ser ketina helîkopterê re çend saet derbasbûn, lê hîna jî tîmên rizgarkirinê negihiştine cihê bûyerê û agahî ji rewşa serokkomarê Îranê nayê girtin.

Wezîrê Karên Hindir yê Îranê ragihand 16 tîmên rizgarkirinê ji bo lêgerînê hatine erkdarkirin.

Medya fermî ya Îranê dibêje heta niha çarenûsa Serokkomar Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Karên Derve Husên Emîr Ebdulahyan nayê zanîn. Her wiha diyar dikin ji ber xirabiya rewşa hewayê tîmên rizgarkirinê nikarin bi rêya hewayî xwe bigihînin cihê bûyerê û hemû tîm bi rêya bejahî ber bi cihê bûyerê ve ketine rê.

Li gor nûçeya Reuters’ê ku agahiyên wê xwe dispêre berpirsek payebilind yê Îranê, jiyana Îbrahîm Reîsî û Husên Emîr Ebdulahyan di metirsiyê de ye. Wî berpirsî ji ajansê re diyarkiriye ku hîna hêviyên wan hene, lê li gor zanyariyên ku wan li ser cihê ketina helîkopterê girtine, ew gelek bifikarin.

Li gor agahiyên medya Îranê, cihê ketina helîkopterê gundê Uzî ya ser bi bajaroka Werzeqanî ya girêdayî parêzgeha Azerbaycana Rojhilate.

Li aliyê din Heyva Sor a Îranê jî ragihand, ji ber rewşa hewayê ya bi mij demek dirêj pêwîste heta ew bikarin cihê ketina helîkopterê bibînin.

(kş)