Li Licê dest bi êrişek nû hat kirin: Dengê teqîn û çekan tê bihîstin

NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker li herêma Şehîd Remzî ya li navçeya Licê ya Amedê êrişek berfireh a bejahî û hewayî da destpêkirin. Çavkaniyên herêmî ragihandin li herêmê dengê teqînên bihêz û dengê çekan hatiye bihîstin.

Dewleta Tirk a dagirker li dijî qadên Şehîd Ferhat û Şehîd Serxwebûn ên herêma Şehîd Remzî ya navçeya Licê ya Amedê êrîşek leşkerî ya berfireh a hewayî û bejahî da destpêkirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, li gundên Kurmik û Dercimt dengên teqînên bibêz û dengê çekan hatiye bihistîn.