NAVENDA NÛÇEYAN
Şandeyek ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) tevlî merasîma bîranîna Serokê Berê yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa bû û gul li ser gora wî danîn.
Di saetên êvarî de Serokê Berê yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa di heftemîn salvegera koça xwe ya dawî de li ser gora wî ya li Girê Zergete ya Silêmaniyê hat bîranîn.
Li ser navê KNK’ê jî şandeyek tevlî merasîma bîranînê bû û gul li ser gora Newşîrwan Mistefa danî.
Şandeya KNK’ê ji aliyê kurê Newşîrwan Mistefa, Çiya Newşîrwan ve hat pêşwazîkirin.
Di derbarê serdanê de Endamê KNK’ê Şoreş Xidir ji ajansa me re axivî û got: “Îro salvegera koça dawî ya Kak Newşîrwan Mistefa ye. Wek şandeya KNK’ê em hatine tevlî merasîmê bibin û me ji bo rêzgirtinê gul li ser gora wî danî. Kak Newşîrwan yek ji kesayetên diyar ên Başûrê Kurditanê bû. Siyaset û têkoşîna wî ji bo yekitiya netewî ya Kurdan bû.”
(kş)