ROJEVA 20.05.2024

NAVENDA NÛÇEYAN

-Ji rojnamevan Silêman Ehmed ti agahî nayê girtin.

-Li Silêmaniyê wê panelek li ser têkoşîna dijî madeyên hişber were dayîn. (10:00)

-Li Helebceyê wê semînerek li ser Kurd li Xurasan were dayîn. (10:30)

-Wê li Çemçemal pêngava ‘Em malbata xwe diparêzin’ were ragihandin. (10:30)

-Xebatên ji bo azadiya Rêber Ocalan didomin.

-Êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

-Kesayetên devera Hewraman diyarkirin ku mijara zimanê Hewramî hatiye siyasîkirin û hikûmet ti piştgiriyek ji bo zimanê Hewramî nake. Her wiha gotin: “Em dixwazin zaravayê Hewramî jî wek Behdînî û Soranî li dibistanan pê were nivîsandin û xwendin.”

-Endamê Encûmena Meclisa Kerkûkê Dr. Ehmed Kerkûkî diyarkir ku pêwîste her 3 pêkhateyên li Kerkûkê di hikumeta xwecihî de cih bigirin û got; “Divê PDK bizane bi kêre lihev dike û di berjewendiya Kurdan debe.” Kerkûkî da zanîn ku dagirkirina zeviyên Kurdan ya li Kerkûkê jî hîn dewam dike.

-Rewşa Herêma Kurdistanê di warê aborî, siyasî û ewlehiyê de her ku diçe di nava siyaseta şaş ya PDK’ê de xirabtir dibe. Endamê YNK’ê Stran Ebdula da zanîn ku guhertina pêvajoya siyasî ya li Herêmê wê bi hilbijartinê pêk were.

-Çalakvana Mafên Jinan Bihar Munzur diyarkir ku di berê de li Başûrê Kurdistanê bi veşartî jin dihatin kuştin, lê niha li ser cadeyan bi eşkere jin tên kuştin. Munzur got: “Gelek caran partiyên desthilatê kujerên jinan diparêzin û destwerdanê di dozên kuştinên jinan de dikin.”