Di helîkoptera serokkomarê Îranê de kî hebûn?

NAVENDA NÛÇEYAN

Duh helîkotera serokkomarê Îranê dema ji Azerbeycanê di vegeriya, kete xwarê. Tevî serokkomar hemû kesên di helîkopterê de jiyana xwe ji dest dan. Bi serokkomar re kî hebûn

Duh serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev li ser sînorê Îran û Azerbeycanê bi merasîmeke fermî bendavek vekiribû.

Piştî wê serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bi helîkopterê vegeriya û helîkopter li herêma Culfayê ya Tewrêzê kete xwarê. Piştî nûçeyê, Îran ji bo rizgarkirinê kete nava liv û tevgerê.

Helîkoptera Reîsî piştî demek dirêj hat dîtin, medya Îranê ragihand ku ji helîkopterê kes sax rizgar nebûye.

Di helîkopterê de kî hebûn?

Di helîkoptera ketî xwarê de tevî serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî jî hebûn. Herwiha hate gotin ku 2 rayedarên leşkerî yên Supaya Pasdaran û 3 muretebat jî di heman helîkopterê de bûn.

Danê siharê rayedarên Îranê ragihandin ku tevî serokkomar Reîsî hemû kesên di helîkopterê de jiyana xwe ji dest dane.

Ajansa Tesnîm: Helîkoptera ku Serokkomarê Îranê têde bû ket xwarê- Hat Nûkirin