Wê kî cihê serokkomarê Îranê bigire?

NAVENDA NÛÇEYAN

Duh helîkoptera serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî kete xwarê û Reîsî jiyana xwe ji dest da. Li gorî destûra Îranê wê kî li şûna Reîsî cih bigire.

Duh serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev li ser sînorê Îran û Azerbeycanê bi merasîmeke fermî bendavek vekiribû. Piştî wê serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bi helîkopterê vegeriya û helîkopter li herêma Culfayê ya Tewrêzê kete xwarê. Piştî nûçeyê, Îran ji bo rizgarkirinê kete nava liv û tevgerê.

Helîkoptera Reîsî piştî demek dirêj hat dîtin, rayedarên Îranê ragihandin ku ji helîkopterê kes sax rizgar nebûye.

Wê kî cihê Reîsî bigire?

Li gorî madeya 131 ya destûra Îranê wê cîgirê yekem yê serokkomarê Îranê Mihemed Muxbîr cihê Reîsî bigire. Lê destpêkê pêwîste Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamneyî, bi vê razî bibe.

Li gorî destûra Îranê divê cîgirê yekem yê serokkomar, serokê parlamentoyê û serokê Desteya Dadwerî di nav 50 rojan de piştî cîgirê yekem yê serokkomar peywira serokkomariyê wergirt, hilbijartin birêkbixe û serokkomarek nû hilbijêrin.

Di heman destûra Îranê de tê gotin, encûmen ku ji serokê encûmena ya Îranê, serokê desthilata dadwerî û cîgirê yekem yê serokkomarê Îranê pêktê, divê di nava 50 rojan de ji bo serokkomarek nû hilbijartinê pêkbîne.