Wezîrê nû yê Karên Derve yê Îranê diyar bû

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Hikumeta Îranê ragihand ku di civîna îro de, Elî Baqirî Kinî weke Wezîrê nû yê Karên Derve yê Îranê hatiye diyarkirin.

Duh helîkoptera serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî dema ji Azerbaycanê vedigeriya li herêma Culfayê ya Tewrêzê kete xwarê.

Di helîkoptera ketî xwarê de tevî serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî jî hebûn. Herwiha hate gotin ku 2 rayedarên leşkerî yên Supaya Pasdaran û 3 muretebat jî di heman helîkopterê de bûn. Hemû kesên di helîkopterê de jiyana xwe ji dest dan.

Wezîrê nû yê Karên Derve bû Elî Baqirî

Berdevkê Hikumeta Îranê Elî Behadurî ji medya Îranê re axivî û da zanîn ku wana di civîna îro ya encûmena hikumetê de, bi piraniya dengan Elî Baqirî Kinî ku şêwirmendê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr ku di qezayê de jiyana xwe ji dest da, kirine wezîrê nû yê Karên Derve yê Îranê.