Li Îran û Iraqê şîn hate îlankirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêberê Olî yê Îranê ji ber mirina serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî 5 roj şîn îlankir, Iraqê jî bi heman armancê rojek şîn îlankir.

Duh helîkoptera serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî dema ji Azerbaycanê vedigeriya li herêma Culfayê ya Tewrêzê kete xwarê.

Di helîkoptera ketî xwarê de tevî serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî jî hebûn. Herwiha hate gotin ku 2 rayedarên leşkerî yên Supaya Pasdaran û 3 muretebat jî di heman helîkopterê de bûn. Tevî Reîsî hemû kesên di helîkopterê de jiyana xwe ji dest dan.

Ji ber bûyerê û mirina Reîsî Rêberê Olî yê Îranê şîn îlankir û got; “Ez dê 5 rojan şîna giştî ragihînim û sersaxiyê ji gelê hêja yê Îranê re dixwazim.”

Bi heman armancê berdevê Hikumeta Iraqê Basim Avadî jî ji ber wefata Reîsî û kesên pêre, ragihand ku li Iraqê rojek şîn hatiye îlankirin.

Di helîkoptera serokkomarê Îranê de kî hebûn?