‘Iraq dikare ji bo wergirtina pişka xwe ya avê sûdê ji biryarên Lûtkeya Erebî wergire’

NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Av û Mêrgan ya Parlamentoya Iraqê daxwaz ji Iraqê kir ku sûdê ji biryarên Lûtkeya Erebî ya ku li Behreynê hatiye lidarxistin, werbigire û pişka xwe ya avê ji Tirkiyeyê werbigire. Ji ber ku biryarên lûtkeyê yên li ser vê mijarê di berjewendiya Iraqê de ne.

Endamê Komîteya Av û Mêrgan ya Parlamentoya Iraqê Husên Elî Merdan bang li Iraqê kir ku sûdê ji biryarên Lûtkeya Erebî ya ku li Behreynê hatiye lidarxistin werbigire û pişka xwe ya avê ji Tirkiyeyê bistîne. Merdan da zanîn ji ber ku biryarên lûtkeyê yên li ser vê mijarê di berjewendiya Iraqê de ne.

Merdan ji kanaleke navxweyî Iraqê re got; “Bê gûman Iraq dikare sûdê ji biryarên Lûtkeya Erebî li ser ewlehiya avê û mafên Iraqê li çemê Dîcle û Firatê ji Tirkiyeyê werbigire. Divê Iraq van biryaran bi awayekî dîplomatîk li gorî piştevaniya navnetewî ji bo berjewendiya xwe bikar bîne.”

Tekez kir ku tevî serdana şandeyên Iraqî bo Enqereyê û îmzakirina lihevkirin û peymanên cuda ji bo vegerandina pişka ava Iraqê jê lê Tirkiyê heta niha pişka ava Iraqê bernedaye, Merdan got; “Em ber bi havînê ve diçin û di vê demsalê de krîza ziwabûnê zêde dibe bi taybetî li bajarên navîn û başûrê Iraqê. Em ber bi havînê ve diçin û di vê demsalê de krîza ziwabûnê zêde dibe. Bi taybetî li bajarên navîn û başûrê Iraqê. Ev yek dê bandorek neyînî li ser şert û mercên çandinî û jîngehê bike.”

Di dawiyê de Endamê Komîteya Av û Mêrgan ya Parlamentoya Iraqê Husên Elî Merdan got; “Girîngiya sûdwergirtina ji biryarên Lûtkeya Erebî û zexta li ser Tirkiyeyê ewe ku pareke adil ji ava Iraqê were dabînkirin.”

(wd)